09:11 18 Hezîran 2018
Artêşa Sûriyeya Azad (ASA)

Çekdarên ASAyê endamê Encûmena Sivîl ê Efrînê revandin

© Sputnik / Hikmet Durgun
Sûriye
Lînkê kurt
0 02

Hat ragihandin ku çekdarên ASAyê bijîşkê kurd û endamê Encûmena Sivîl ê Efrînê Dr. Ehmed Silêman revandin û wî ber bi cihekî ne diyar ve birin.

Kurê Dr. Ehmed Silêman Peyman Ehemd Silêman di axaftina xwe de ragihand ku roja 1ê Hezîranê hejmarek ji çekdarên Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) hatin gundê wan Gewrika ya ser bi navçeya Cindirêsê û bavê wî ji nava gund birin.

Peyman Ehmed di berdewamiya axaftina xwe de got: "Bavê min Dr. Ehemd Silêman û di dema dawiyê de bibû endamê Encûmena Sivîl ê Efrînê û ev 4 çar roj in çarenivîsa wî ne diyar e."

Hêjayî gotinê ye ku ev ne cara yekem e ku çekdarên ASAyê kesayetiyên Efrînê binçav dikin ku roja 29ê Gulana bûrî çekdarên "Ehrara Şerqiye" mal û norîngeha Dr. Lezgîn Salih dizîn û talan kirin û ew bijîşk jî revandibûn.

Bi heman mijarî:

Werzîşvanê kurd ê ji Efrînê piştî ku hevrikê xwe yê tirk têk bir, ala Kurdistanê hil da
'Artêşa Tirkiyeyê nahêle xelkê Xûtayê ji Efrînê vegerin bajarên xwe'
Li navenda bajarê Efrînê di navbera çekdarên ASA û eşîra ereban de şerekî dijwar derket
Derbarê rewşa Efrînê de raporek hat belavkirin
ENKSê bi Bogdanov re li ser rewşa Sûriyê, rojavayê Firatê û Efrînê axivî
Etîketan:
ASA, Ehmed Silêman, Efrîn, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de