20:30 20 Hezîran 2018
YPG

Pisporê Şerqîyetê: Bêsiûdiya kurdan nebûna yekîtiya wan e

© AFP 2018 / DELIL SOULEIMAN
Sûriye
Lînkê kurt
0 40

Pisporê Şerqîyetê yê Zanîngeha Pêwendiyên Derve ya Moskow a Dewleta Rûsyayê Yuriy Zînîn, li ser mijara Minbicê û helwesta kurdan li Sûriyeyê ji Spûtnîkê re axivî.

Zînîn got, "Armancên Amerîkayê hene. Amerîka dixwaze li herêmê hevpeymaneke wê ya nêzîk hebe ku ev rewş jî li dijî berjewendiyên Tirkiyeyê ye. Dema em werin ser kurdan, di tevgera kurdan de jî yekîtî nîne û ev jî bêsiûdiyek e."

‘SÎNORÊN KURDAN ÊN WAN BI DINYAYÊ VE GIRÊ BIDIN TUNE NE'

Pisporê rûsî diyar kir ku kurd dixwazin ji nakokiya navbera Amerîka-Tirkiyeyê qezencekê bi dest bixin û wiha pê de çû: "Kurd bi dehan salan hewil didin ji hêzên derve piştgiriyê bistînin. Ev rewşa wan jî tê fahmkirin. Lewra sînorên wan ên derve ku bi dinyayê re pêwendiyê bikin nînin. Ji ber vê jî her cure nakokiyên navbera aliyan ji xwe re bikar tînin. Wekî tê zanîn, di navbera Amerîka û Tirkiyeyê de hin cudahî û nêzîkatiyên cuda hene."

‘HÊZEKE HEVGIRTÎ YA KURDAN HEBÛYA NIKARIBÛN WIHA NÊZÎKÎ WAN BIBIN'

Zînîn destnîşan kir, heger kurdan bikariya bibin xwedî hêzeke hevgirtî ku nûnertiya wan bike, wê ti welatekî nekariya ji bo berjewendiyên xwe nêzîkatiyê bi wan re bike.

Bi heman mijarî:

Beştaş ji doza ku dihat darizandin beraet kir
'Tirkiye ji niha şûnde dikeve Qendîlê, her kêlî her tişt dibe'
Çavuşoglu bo nexşerêya Minbicê: Pêwîst e Amerîka soza 2013an bicih bîne
Brûsk li mizgeftekê Amedê ket û minareya wê xist
Barzanî: Pêwîst e rewşa dagîrkeriyê li Kerkûkê bi dawî bibe
‘Qelşa navbera Tirkiye û Amerîkayê fireh e, wê firehtir dibe'
Ji pêşandana dansê ya Şerê Stêrkan dîmenên rengîn
Etîketan:
HSD, Kurd, Sûriye, YPG
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de