20:21 20 Hezîran 2018
YPG Haseke

Gelo ihtimala şerekî di navbera kurdan û Artêşa Sûriyeyê de heye?

© REUTERS / Rodi Said
Sûriye
Lînkê kurt
0 01

Medyaya erebî giringiyeke mezin da daxuyaniyên Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esadî yên derbarê HSDê de û li ser ihtimalên şerekî di navbera HSDê û Artêşa Sûriyeyê de senaryoyên cuda anîn ziman ku yek ji wan dibêje, şerê Artêşa Sûriyeyê li dijî hêzên kurdî, dê xizmeta berjewendiyên Tirkiyeyê bike.

Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esadî di hevpeyvîna xwe ya li gel RTê de gotibû ku ew amade ne bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re gotûbêjan bikin lê vebijarka leşkerî jî hê jî di rojevê de ye.

Medyaya erebî beşekî berfireh da van daxuyaniyên Esadî û hinekan ji wan ew wek tehdîd bi nav kirin.

"ŞERÊ LI DIJÎ HSDÊ YÊ LI ROJHILATÊ FIRATÊ NÊZÎK BÛYE"

Rojnameya Ray el Yewmê behsa wan daxuyaniyên Esadî kir û îdîa kir ku tiştê ku "ji daxuyaniyên wê hevpeyvîna Esadî tê fêmkirin ew e ku şerê rojhilatê Firatê li dijî HSDê nêzîk bûye, nexasim ku rezervên mezin ên petrol û gaz li rojhilatê Dêra Zorê hene û ew jî bûne mijara sereke ya qonaxa bê ya Artêşa Sûriyeyê."

Li gorî rojnameyê, dibe ku planeke hikûmeta Sûriyeyê jî hebe ku Amerîka ji Sûriyeyê derxîne.

"PEYAMA ESAD JI AMERÎKA Û EREBISTANA SIÛDÎ RE BÛ: KEYANÊN KURDÎ Û EŞÎRAN AVA NEKIN"

Di berdewamiya nivîsê de wiha hat gotin: "Ne dûr e ku Esadî bi wan tehdîdan xwestiye peyameke dualî bişîne ku ya yekem ji bo amerîkiyan be û ya duyem jî ji bo welatên kendavê be, nexasim ji bo Erebistana Siûdî be ku dixwaze li sêgoşeya sînorî ya Sûriye, Iraq û Tirkiyeyê bi dîrektîva Amerîkayê piştgiriyê bide hêzeke kurdî-erebî ya hevpar ku ev jî di çarçoveya wan planan de tê kirin ku keyanên kurdî û eşîran ava bikin û ew keyan ne di kontrola hikûmeta Şamê de bin."

"IHTIMAL TINE KU ESAD ŞERÊ KURDAN BIKE"

Lê rojnameya El Erebê berovajî ya Ray el Yewmê diyar dike ku li gel van daxuyaniyên Esadî jî, ihtimal tine ku Esad şerê kurdan bike.

El Ereb derbarê mijarê de wiha dinivîse: Serokê Sûrî dixwaze bi gotûbêjan herêmên di kontrola HSDê de vegerîne ku ev jî gaveke wiha ye ku rejîm hewl dide nekeve şerekî li dijî Washingtonê.

Li gorî rojanameyê, gelek pispor wê ihtimalê dûr dibînin ji ber ew dosya gelekî aloz û tevlihev e û herwiha gelek hêzên derveyî tê de ne ku Amerîka û Tirkiye di serî de ne.

"DIBE HSD MERCÊN ESADÎ QEBÛL BIKE DA KU XWE JI FIŞARA TIRKIYEYÊ XELAS BIKE"

Lê rojname diyar dike ku hinek şirovekarên siyasî hene, teqez dikin ku dibe gotûbêjên navbera hikûmeta Sûriyeyê û hêzên kurdî bêtir ber bi aloziyê ve biçin. Ev jî tê wê wateyê ku HSDê xwe neçar bimîne ku şerekî rasteqîn li gel Artêşa Sûriyeyê bike yan jî mercên Esadî qebûl bike da ku xwe ji fişara berdewam a Tirkiyeyê xelas bike.

"ŞERÊ HSD Û ARTÊŞA SÛRIYEYÊ DÊ XIZMETA BERJEWENDIYÊN ENQEREYÊ BIKE"

Li ser encamên şerekî di navbera hêzên kurdî û Artêşa Sûriyeyê de jî, rojname wiha dibêje: Dibe ku şerekî Artêşa Sûriyeyê li dijî hêzên kurdî yên li bakurê rojhilatê Sûriyeyê bi cî bûne, xizmeta ajande û berjewendiyên Tirkiyeyê bike."

Bi heman mijarî:

‘Hemû mesrefê çekên giran û lojîstîka HSDê welatekî ereb dide'
Fermandarê amerîkî: Piştgiriya me bo hêzên HSDê dewam dike
Rewşa dawî ya şerê HSDê li dijî DAIŞê
Fermandarê amerîkî: HSDê dîsa bibandorbûna xwe îsbat kir
'HSDê daxwaza vekirina nûneritiyekê li Amerîkayê kir, Tirkiye bifikar e'
Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Kobanê ji medya amerîkî re axivî
Etîketan:
Artêşa Sûriyeyê, YPG, HSD, Beşar Esad, Amerîka, Tirkiye, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de