23:09 21 Hezîran 2018
Hêzên HSDê

HSDê bersiv da nûçeyên ku li beregeha leşkerî ya Amerîkayê teqîn çêbûye

© REUTERS / Rodi Said
Sûriye
Lînkê kurt
0 20

Doh li baregeha leşkerî ya Amerîkayê ya li Eyn Îsa teqînek rû dabû. Yek ji rayedarê HSDê diyar kir ku teqîn bi armanca perwerdehiyê pêk hat û di teqînê de jî ziyanên canî çênebûne.

Fermandarekî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku nexwest navê wî bê eşkerekirin ji Sputnikê re eşkere kir ku "nûçeyên ku di medyaya tirkî de li baregeha leşkerî ya Amerîkayê li bajaroka Eyn Îsayê ne rast in. Dem dem li baregeha leşkerî ya li Eyn Îsayê bi armanca perwerdehiya leşkerî, em teqîn pêk tînin. Em şervanan fêrî îmhakirina madeyên teqemeniyê dikin û carinan jî teqînan pêk tînin. Ev teqîn di bin kontrola me de pêk tên."

Berdevkê çapameniyê yê HSDê Mistefa Balî jî diyar kir ku eger teqîn pêk bihata, me yê li ser sîteya xwe yê fermî ragihanda. Sîteya me ya fermî bişopînin û eger tiştek hebe, em ê ji wir ragihînin.

Bi heman mijarî:

'Şer di navbera HSD û hêzêke ereb de derket'
HSD: Me xetertirîn endamê DAIŞê yê Ewropayê girt
HSD: Hevpeymaniyê soz daye ku herêmên me ji Tirkiyeyê biparêze
‘HSD bi artêşa Iraqê re amadekariya operasyona hevbeş dike’
HSD: Me gundên li rojhilata Çemê Firatê ji artêşa Sûriyeyê stendin
Etîketan:
baregeh, leşker, teqîn, HSD, Mistefa Balî, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de