20:29 20 Hezîran 2018
Efrîn Sivîl

Çekdarên ASAyê li Cindirêsê dest datînin ser malê kurdan

© Sputnik / Hikmet Durgun
Sûriye
Lînkê kurt
0 0 0

Li navçeya Cindirês a Efrînê binpêkirina çekdarên Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) a ser bi Tirkiyê ve her diçe li dijî kurdan zêdetir dibin.

Li bajarokê Cindirêsê çekdarên grûbên ASAyê destê datînin ser mal û milkên welatiyên koçber û gefan li Encûmena Sivîl a wî bajarokî jî dixwin. Encûmena Sivîl a Bajarokê Cindirêsê li ser hisabê xwe yê medya civakî yê Facebookê belav kir. Endamên wê encûmenê daxwaz ji çekdarên opozîsyonê kirine ku destên nedeynin ser mal û milkên welatiyên Cindirêsê yên koçber, lê wan çekdaran gef li endamên wê encûmenê xwarine.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat ragihandin ku ji bo wê mijarê ew ligel hinek efserên tirk civiyane û raportek derbarê binpêkirinên grûpên çekdar û destdanîna li ser mal û milkên xekê Cindirêsê ji Waliyê Hatayê re rêkirine.

Di demên dawî de jî xelkê wî bajarokî dixwazin vegerin ser mal û milkên xwe, lê ji aliyê rêbendên çekdarên opozîsyonê ve rastî astengiyan tên, lê tevî wê jî beşek mezin gihîştiye Cindirêsê.

Bi heman mijarî:

Kotzias : Yûnanistan ne Efrîn e
Temelli: Hisabê wan dê ji Kerkûk, Efrîn û Amedê vegere
Hilbijartina pêşwext û têkiliya wan bi Efrîn û pêvajoya navbera PKK û Tirkiyeyê re?
Yekîtiya Erebî: Efrîn hatiye dagirkirin
Çavuşoglu: Efrîn radestî rejîmê nabe
PKK: Efrîn dilê Kurdistanê ye û ji dagirkeran re namîne
Etîketan:
Penaberên Efrînê, ASA, Efrîn, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de