18:57 23 Hezîran 2018
Şervana YPGê YPG = YPG

"Kurd ne dilxwazên modela Erebistana Siûdî ne"

© AFP 2018 / BULENT KILIC
Sûriye
Lînkê kurt
0 20

Nivîskarê tirk Fehim Taştekinî diyar kir ku wisa xuya ye, Erebistana Siûdî hewl dide ku li hêzeke eşîrên ereban a sunî ava bike û piştî wê jî Federasyona Erebî ya Sunî damezirîne ku kurd ne meyidlarên vê modelê ne lê helwesteke zelal nîşan nadin. Herwiha Taştekin diyar kir ku Amerîka dê bi damezirandina wan hêzan re ji herêmê vekişe.

Taştekin balê dikişîne ser rewşa aloz a Sûriyeyê ku çend akorên cuda tê de cî digirin û gefên ku li hev dixwin ji bo her yek ji wan tawîzan ji aliyê din bistîne û diyar dike ku Erebistana Siûdî û Îmarata Erebî hewl didin ku "Federasyona Erebî ya Sunî" li çola Sûriyeyê damezirînin.

"EW HÊZ DÊ WERE DAMEZIRANDIN Û AMERÎKA DÊ VEKIŞE"

Nivîskarê tirk di nivîsa xwe de wiha dibêje: Li rojhilata Firatê ya ku birêveberiya Sûriyeyê dixwaze bihêle dawî, niha Erebistana Siûdî digere. Li gorî BasNewsêü heyeteke ku ji Erebistana Siûdî, Îmarat û Urdunê pêk tê, piştî civîna nepen a li gel YPGê li gundê Xerab Hişkê yê Kobaniyê li baregeha amerîkî bi nûnerên hêzên eşîrên erebî re civiyan. Şoreşgerên Reqayê(Siwar el Reqa), El Nuxbe û Senadîd tev li wê civÎnê bûne. Ev hevparên YPGê ne jî. Di wê civînê de damezirandina hêzeke erebî sunî li rojhilat û bakurê Sûriyeyê û Reqayê hat rojevê. Ew hêza dê were damezirandin dê pêşî li Reqayê û paşê li rojhilat û bakurî jî were bicîkirin û Amerîka jî bi awayekî paralel vekişe."

"WEZÎRÊ SIÛDÎ GELEK CARAN ÇÛYE REQAYÊ Û FEDERASYON GOTÛBÊJ KIRIYE"

Li gorî nivîsa Fehîm Taştekinî, nûnerê Partiya Demokratîka Kurdî li Sûriyeyê(El-Partî) Azad Berazî mesele wiha rave kiriye ku Wezîrê Deletê yê Erebistana Siûdî yê ji karûbarên Kendavê Berpirsyar Semîr el Sebhan piştî têkçûna DAIŞê gelek caran çûye Reqayê û bi aktorên herêmî re civiyaye û di wan civînan de pêşniyara damezirandina 'Federasyoneke Erebî ya Sunî' li Minbic, Reqa û Dêra Zorê hatiye gotûbêjkirin."

"DESTWERDANA SIÛDIYAN LI HERÊMA DI KONTROLA HSDÊ DE, XERABTIRÎN BIJARDE YE"

Taştekin destnîşan dike kurd ne dilxwazên vê modela Erebistana Siûdî ne ku ji bo wan herêman pêşniyar dike ji ber ku li ser bingehekî etnîkî ye û wiha dibêje: "Lê helwesteke zelal li himberî vê destwerdana Erebistana Siûdî ya bi vî awayî nîşan nadin. Bijardeya ku piştî amerîkiyan, siûdî jî destwerdanê li herêmê bikin, a herî xerab e. Sicila hevpariya Erebistana Siûdî û Amerîkayê rê nade mirovî ku bi awayekî din bifikire."

Bi heman mijarî:

'Dewletên rojavayî HSDê dikin alternatîva dewleta Sûriyeyê'
Îranê ji bo hebûna xwe ya li Sûriyeyê daxuyaniyek da
Rûsya: Li Sûriyeyê depoyên çekên aîdî NATOyê yên milîtanan hatin bidestxistin
Îsraîl: Sîstema hewayî ya Sûriyeyê bi 100 moşekî bersiva balafirên me da
‘Belçîkiyan alîkariya milîtanên li Iraq û Sûriyeyê kir’
Rudskoy: Operasyona Artêşa Sûriyeyê ya rizgarkirina çoltera Şamê bi dawî bû
Pergalên parastina hewayî ya Sûriyeyê êrîşeke moşekan têk bir
Etîketan:
Şorşegerên Reqayê, Senadîn, HSD, YPG, Fehim Taştekin, Firat, Sûriye, Amerîka, Erebistana Siûdî
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de