04:57 22 Hezîran 2018
Eşîrên Sûrî

Heftê eşîrên sûrî gef li Amerîka, Tirkiye û Fransayê xwarin û YPG şermezar kirin

© Sputnik / bassel shartouh
Sûriye
Lînkê kurt
0 14

Heftê eşîrên erebî yên sûrî ragihand ku hêzeke nû bi navê Yekîneyên Berxwedana Eşîran a Gelî damezirandiye û gef li Amerîka, Fransa, Tirkiye û Erebistana Siûdî xwarin. Herwiha wan eşîran YPG şermezar kir ji ber îdîaya ku rê nedane şandeya Hesekê beşdarî kongreya wan bibe."

Duh şemiyê Festîvala Gelî ya Cemawerî li herêma Hafirê ya çoltera rojhilatî ya Helebê bi beşdarbûna 70 eşîrên sûrî di bin sernavê "Eşîrên sûrî li dijî destwerdana biyanî û amerîkî di nava Sûriyeyê de" dest pê kir. E

Eşîran di encama kongreya xwe de daxuyaniyeke hevpar weşand ku Sputnikê kopiyayek jê bi dest xist û wan tê de raihand ku Yekîneyên Berxwedana Eşîran a Gelî damezirandiye da ku li dijî hebûna Amerîka, Tirkiye û Fransayê li ber xwe bidin û teqez kir ku ew qebûl nakin ti hêzeke leşkerî ya ti dewletê bêyî qebûlkirin û hevahengiya dewleta Sûriyeyê li ser axa welatê wan be.

"ALAYA 1958AN TEKANE ALAYA SÛRIYEYÊ YE"

Herwiha di daxuaniyê de teqezî li ser yekîtiya ax û gelê Komara Erebî ya Sûriyeyê hat kirin û hat gotin ku alaya Sûriyeyê ya sala 22ê Sibata 1958an hatiye diyarkirin "tekane alaya welatî" ye.

Eşîran di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ew pabendiyê bi serokê dewletê yê ku gelî ew bijartiye dikin û wî wek tekane serokê meşrû yê welatî dihesibînin.

"EM Ê DAGIRKERÊN TIRK, AMERÎKÎ Û FRENSÎ BIQEWIRÎNIN"

Derbarê hebûna leşkerî ya dewletên din li Sûriyeyê jî, eşîran di daxuyaniya xwe de ragihand ku qebûl nakin ti hêzeke leşkerî li ser axa Sûriyeyê be û wiha dewam kir: Em mizgîniyê didin gelê xwe yê sûrî ku Yekîneyên Berxwedana Eşîran a Gelî hatine damezirandin da ku dagirkerên amerîkî, tirk û frensî yên bi hincetên rizyayî axa welatê me qirêj kiriye biqewirînin.

"BILA HÊZÊN EREBISTANA SIÛDÎ WERIN KU EM DERSEKÊ BIDIN WAN"

Herwiha di daxuyaniyê de hat gotin ku Sûriye dê qet perçe nebe û dev avêtin Erebistana Siûdî ku bi erênî bersiva Amerîkayê dabû û gotibû, amade ye hêzan bişîne Sûriyeyê û wiha dewam kir:Yekîneyên Berxwedan Eşîran a Gelî li bendî wê kêlîkê ye ku ew hêzên çete têkevin nav axa wan da ku dersekê bidin wan û hikûmetên wan ku komployan dihûnin."

"YPG HEQARET LI EŞÎR Û GELÊ SÛRIYEYÊ KIRIYE"

Eşîran rexne li kurdan girtin û ew şermezar kirin ji ber ku "rê nedane şandeya Hesekê ya Eşîrên Erebî yên li wê derê ku beşdarî kongreyê bibin û wan got ku ew vî tiştî wek biçûkxistin û heqaretkirina li eşîrên sûrî û gelê sûrî dihesibînin."

Tê îdîakirin ku Yekîneyên Parastina Gelî nehiştibû şandeya eşîrên erebî li Hesekê beşdarî wê civînê bibe û serokên wê desteser kiribûn.

Bi heman mijarî:

Îranê ji bo hebûna xwe ya li Sûriyeyê daxuyaniyek da
'Dewletên rojavayî HSDê dikin alternatîva dewleta Sûriyeyê'
Rûsya: Li Sûriyeyê depoyên çekên aîdî NATOyê yên milîtanan hatin bidestxistin
Îsraîl: Sîstema hewayî ya Sûriyeyê bi 100 moşekî bersiva balafirên me da
Rudskoy: Operasyona Artêşa Sûriyeyê ya rizgarkirina çoltera Şamê bi dawî bû
‘Belçîkiyan alîkariya milîtanên li Iraq û Sûriyeyê kir’
Heddad: Divê Amerîka û Tirkiye ji nav axa Sûriyeyê derkevin
Etîketan:
YPG, Amerîka, Fransa, Tirkiye, Hesekê, Heleb, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de