09:48 23 Hezîran 2018
HSD

Sûriye: Me pêwendî bi HSDê re danî

© REUTERS / Rodi Said
Sûriye
Lînkê kurt
0 10

Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Velîd Muallîm diyar kir ku pêwendî bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re danîne, lê pêvajoya muzakereyê hêj dest pê nekiriye.

Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad ji bernameya Murat Gaciyev ê Russia Today (RT) re axivîbû û diyar kir ku ew amade ne bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re gotûbêjan bikin lê vebijarka leşkerî jî hê jî di rojevê de ye. Li ser vê yekê HSDê jî eşkere kiribû ku li dijî vebijirka leşkerî ne û ji bo muzakereyan vekirîne.

Velîd Muallîm doh di civîna çapameniyê ya li Şamê de destnîşan kir ku hikûmeta Sûriyeyê pêwendî bi HSDê re daniye, lê pêvajoya muzakereyan hêj dest pê nekiriye. Herwiha Muallîm da zanîn ku divê Reqa ji nû ve were avakirin.

Bi heman mijarî:

Sûriye: Ji bo lihevkirina li ser herêmên Başûrê Sûriyê divê Amerîka ji Tanfê derê
Wezîrê tirk: Hindik ma em bigihîjin Qendîlê
Derbarê rewşa Efrînê de raporek hat belavkirin
Li Yemenê Şer: 38 kes mirin
Îstixbarata Ukraynayê, xwestin peyamnêrê RIA Novosti bikin sîxur
Etîketan:
pêwendî, HSD, Velîd Muallîm, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de