05:59 21 Hezîran 2018
Efrîn

Derbarê rewşa Efrînê de raporek hat belavkirin

© REUTERS / Khalil Ashawi
Sûriye
Lînkê kurt
0 0 0

Piştî operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê gelek binpêkirin pêk hatin. Rêxistinên civakên sivîl derbarê binpêkirinên li Efrînê raporek amade kirin û ji rayagiştî re ragihandin.

Di vê raporê de hejmarek ji xalên binpêkirinan, nimûne û belgeyên taybet, hatine nîşandan. Rapor behsa erkên dewleta Tirkiyeyê dike û dê li Efrînê, weke dewleteke dagîrker bi nav dike. Rêxistinên Civaka Sivîl, li Efrînê, ji Civaka Navdewletî dixwazin ku çareyekê ji bo rewşa zehmet a wê herêmê re bibînin.

Li gorî nûçeya Rûdawê Rêxistinên Civaka Sivîl, li Efrînê, di rapora taybet de, ku 1ê Hezîranê hatiye ragihandin, binpêkirinên mafên mirovan, li Herêma Efrînê, nîşan daye.

Rapor, behsa wan binpêkirinan dike, ku ji 18ê Adarê heta 25ê Nîsana 2018an, li Efrînê, hatine kirin.

Di raporê de hat eşkerekirin ku hêzên çekdar, bi piştgiriya Tirkiyeyê, bi kîndarî, tevger ligel xelkê vê herêmê kirine û dikin. Di encamê de, ziyanên mezin derketin.

Di rapora navnorî de çend binpêkirinên hatine kirin ev in:

— Girtin, revandin, îşkencekirin, riswakirin, tundûtûjî, standina pereyan bi zorê, tirsandin û terorkirina welatiyên sivîl.

— Parçekirin û dabşekirina Çiyayê Kurmênc, di navbera hikûmeta sûrî, hêzên Tirkiyê û hêzên çekdar ên opozsiyonê de.

— Koçkirina welatiyên Efrînê û bicihkirina xelkên Xûteyê li şûna wan.

— Rêgirî li pêş vegera koçberên Efrînê.

— Têkçûna rewşa mirovî, hawarçûn û tendirustî.

— Destdanîna ser firoşgeh, kargeh û malûmilkên welatiyên Efrînê.

— Kêşeya mayinan, ku di encamê de, bi dehan welatiyên sivîl bûne qurbanî.

— Binpêkirin di derheqê jina kurd de, li Herêma Efrînê.

— Binpêkirin di derheqê Kurdên Êzdî de li Efrînê, û guhertin yan wêrankirina peristgehên wan.

— Binpêkirina dabûnerîtên şaristanî û kultûr û folklora vê herêmê.

— Binpêkirinên li dijî kesên xwediyên pêdiviyên taybet.

Ev rapor, hikûmeta Tirkiyê, bi dagîrker binav dike û jê dixwaze ku koçberan vegerîne cih û warên wan, rêyên vegerê li ber koçberên Efîrînê veke û amêrên pêwîst ji bo hêsankirina proseya vegera wan dabîn bike û xelkê herêmê bi xwe rêveberiya xwe bike û rêgirî li pêş guhertina demografîk bê kirin.

Ev hemû xalên borî, di rapora Rêxistinên Civaka Sivîl de, li Efrînê, bi belge hatine belavkirin û daxwaz ji Civaka Navdewletî tê kirin, ku çareyeke guncaw, ji vê rewşa zehmet re bê dîtin.

Bi heman mijarî:

Baksî: Piştî karesata Kerkûk û Efrînê jî kurdan tifaq ava nekirin
Malbata ereb: Em bi zor anîn Efrînê
Heyeta alman ku serdana Rojava kir: Em ê ji bo Efrînê bixebitin
Dîsa çekdarên ASAyê li Efrînê li ser dizî û talanê bihev ketin
Etîketan:
rapor, Rûdaw, Efrîn, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de