22:16 18 Hezîran 2018
Velid Muallim

Sûriye: Ji bo lihevkirina li ser herêmên Başûrê Sûriyê divê Amerîka ji Tanfê derê

Sputnik
Sûriye
Lînkê kurt
0 0 0

Wezîrê Karê Derve yê Sûriyeyê Velid Muallim da zanîn ku “divê Amerîka di nêz de ji baregeha leşkerî ya li Herêma Tanfê derê, heta ku ev pêk neyê li Başûrê Sûriyeyê tu peyman nayê çêkirin.”

Li Başûrê Sûriyê ji bo kêmkirina rakêşiyên di navbera Îran û Îsraîlê de ji bo ku herêm ji hêzên biyanî were paqijkirin di navbera Rûsya, Amerîka û Urdunê de peyman hat çê kirin. Îro ji wezîrê Suriyeyê Velid Muallim di derbarê peymanê de daxuyaniyekê hat dayîn: Heta ku Amerîka ji baregeha leşkerî ya li Herêma Tanfê derneyê, li Başûrê Sûriyeyê tu peyman nayê çêkirin."

Muallim di daxuyaniya xwe ya ku li Şamê da de destnîşan kir ku "Divê Amerîka derhal ji Herêma Tanfê derê, ji bo başûrê Sûriyeyê peymaneke ewlehiyê ancax piştê derketina Amerîkayê mumkun e."

Herwiha Muallimda anî ziman ku: Hikûmeta Sûriyeyê hê bi tu awayê tev li peymanê ne bûye, îdiayên di derbarê çêbûyina peymanê de derewên Îsraîlê ne, heta ku Amerîka ji herêmê dernekeve, bawerî bi van îdiayan neyîni.

Bi heman mijarî:

ENKS: Me ji Rûsyayê re got, 'divê Sûriye bibe dewleteke federal'
Kiliçdaroglu: Em ê teşkîlatekê çêkin ku ji Tirkiye, Îran, Sûriye û Iraqê pêk tê
DYA, Sûriye bo herêmên agirbestê hişyar kir
Sûriye DYAyê sûcdar kir: We qadên petrola me bi qestî bombebaran kir
Etîketan:
îran, îsrail, Amerika, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de