13:32 23 Hezîran 2018
Nûnerê Daîmî yê Rûsyayê li Neteweyên Yekbûyî (NY) Vasiliy Nebenzya

Rûsya: Ji bo ku hêzên Îranê ji başûrê Sûriyeyê vekişin, rêkeftin pêk hat

© Sputnik / Grigoriy Sisoev
Sûriye
Lînkê kurt
0 0 0

Nûnerê Daîmî yê Rûsyayê li Neteweyên Yekbûyî (NY) Vasiliy Nebenzya got, ji bo ku hêzên Îranê ji başûrê Sûriyeyê vekişin, rêkeftin pêk hatiye.

Vasiliy Nebenzya li ser pirsa "Ji bo ku hêzên Îranê ji başûrê rojava yê Sûriyeyê vekişin, di navbera Îran û Îsraîlê de rêkeftin pêk hatiye an na?" ji bo rojnamegeran axivî û got, "Bi qasî ku min fêm kiriye ji bo vekişîna ji başûrê rojava yê Sûriyeyê rêkeftinek pêk hatiye. Derbarê bicihanîna vê rêkeftinê de ez niha nikarim tiştekî bibêjim lê bi qasî kum in fêm kiriye her du alî jî ji ber vê rêkeftinê kêfxweş in."

Nebenzya derbirî ku her çi qas rêkeftin niha nayê sepandin jî, di demeke nêzîk de wê were bicihanîn.

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov gotibû, "Ji ber duberebûna Îsraîl û Îranê ya li Sûriyeyê Rûsya, Amerîka û Urdunê ji bo herêmên kêmkirina aloziyan ên li başûr peymanek danî. Di dema hevdîtinan de agahiyên derbarê vê peymanê de ji Îsraîlê re hatin ragihandin. Li gorî peymanê divê îstiqrara li wan herêman were pêkanîn û hemû hêzên ne ji Sûriyeyê ji wan herêman werin derxistin."

Bi heman mijarî:

Rûsya, Amerîka û Urdun dê ji bo Sûriyeyê li hev bicivin
Dr. Edy Cohen: Îran ji Sûriyeyê vekişiya
Şoygû û Lîberman hebûna Îranê li Sûriyeyê nîqaş kir
Pûtîn bi Netanyahû re li ser Sûriyeyê axivî
Şoygu li ser mijara Sûriyeyê bi hevkarê xwe yê îsraîlî re axivî
Etîketan:
rêkeftin, Nûnerê Daîmî Rûsyayê li Neteweyên Yekbûyî, Vasiliy Nebenzya, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de