23:00 21 Hezîran 2018
Xwepêşandana PYDê

PDK-S: Em amade bi PYDê re dest bi diyalogê bikin

© AFP 2018 / Delil Souleiman
Sûriye
Lînkê kurt
0 01

Hat ragihandin ku PDK-Sê bi daxuyaniyekê diyar kiriye ku ew amade ne bi PYDê re dest bi diyalogê bikin û herwisa got, ji bo yekrêziya hêz û aliyên kurdî divê PYD bingeheke bikêrhatî ava bike.

Li gorî agahiyên li ser malpera Rûdawê Partiya Demokrat a Kurdistanê — Sûriye (PDK-S) di rapora xwe ya siyasî ya herî dawiyê de bal kişand ser yekîtî û yekrêziya di navbera hêzên kurdî de û ji bo vê yeke bang li Partiya Yêkîtiya Demokratîk (PYD) kir. PDK-Sê di rapora xwe de anî ziman ku ew amade ne ligel PYDê dest bi diyalogê bikin.

Di raporê de hat derbirîn ku ji bo yekîtiya hêzên kurdî yên li Rojava diyalog were destpêkirin, divê PYD hi bo vê yekê bingeheke bikêrhatî amade bike. PDK-Sê di raporê de ji bo vê yekê bal kişand ser çend şert û mercan û di warê vê mijarê de got, divê girtiyên siyasî werin berdan, rêyên li ber çalakiyên ENKSê werin vekirin û ofîsên wan ên hatine girtin jî werin vekirin.

PDK-Sê di warê destpêkirina diyalogê de bal kişand ser aliyekî sêyem û got, diivê ev danûstandin di bin çavdêriya wî aliyê sêyem de bi awayekî rasterast werin destpêkirin.

Bi heman mijarî:

PYD: Ti eleqeya me bi peymana di navbera HSDê û Amerîkayê de tineye
PYD: Amerîka dixwaze dewletên ereb li Sûriyê bi cih bike
PYD: Em bawer dikin ku cara bê em ê beşdarî Cenevê bibin
ENKS: Em amadene li gel PYDê danûstandinan bikin
Rêvebirekî PYDê ji ber teqînê jiyana xwe ji dest da
Nûnerê PYDê: Berjewendiya gelê kurd li kuderê be, em li wir in
Etîketan:
diyalog, PDK-S, PYD, Sûriye, Rojava
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de