09:11 18 Hezîran 2018
YPG - Operasyona Reqqayê

YPG: Me êrişî baregehên leşkerên tirk kir, kuştî û birîndarên wan hene

© REUTERS / Goran Tomasevic
Sûriye
Lînkê kurt
0 0 0

YPGê bi daxuyaniyeke ragihand ku du çalakî li dijî leşkerên Tirkiyeyê û komên girêdayê wan li navçeya Şerayê û gundê Meryemînê ya Efrînê pêk anîne û di encamê de jî hejmarek leşker û komên çekdar ên ku Tirkiye piştgiriya wan dike kuştine.

Yekîneya Parastina Gel bi daxuyaniyekê diyar kir ku şervanên wan di dîroka navbera 30-31ê Gulanê de bi du çalakiyan girtine ser baragehên komên çekdar û leşkerên dewleta Tirkiyeyê û gelek kuştî û birîndar ên wan çêbûne.

YPGê destnîşan kir ku di çalakiya li gundê Qurtqulaqê yê girêdayî navçeya Şera ku tîmek ji şervanên wan şeva 30ê Gulanê de li dijî barageheke leşkerên tirk lidar xistin de, gelek kuştiyên wan çêbûne, 2 ji wan bi çav hatin tespît kirin.

Herwiha YPGê da zanîn ku şervanên wan 31ê Gulanê di saet 3an an de li dijî barageheke li derdora gundê Meryemînê yê ku 7 kîlometre dikeve rojhilatê navenda bajarê Efrînê çalakiyek lidar xistin. Di vê çalakiya ku veguherî şerekî giran û nêzî 45 deqeyan dirêj kir de hejmareke mezin ji leşker û komên çekdar ên dewleta Tirkiyeyê hatin kuştin û birîndar kirin.

YPGê destnîşan kir ku di her du çalakiyên ku li gundê Qurtqulaqê û Meryemînê de hatin lidarxistin de 3 şervanên wan jî can da ne.

Bi heman mijarî:

Siyasedmedarê kurd: Zû yan dereng YPG dê ji Minbic û Reqayê vekişe
Erdogan: YPG bi çekên ku ji Amerîkayê stendine sînorên me tacîz kirin
YPG: Di êrişê de fermandarek û 3 çekdarên ASAyê hatin kuştin
Çavuşoglu: Eger YPG ji Menbicê venekişe wek em ketin Qendîlê em ê bikevin Menbicê jî
'YPG ji bo hêzên erebî li gel hevpeymaniyê civiya'
Etîketan:
tirk, êriş, YPG, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de