20:26 20 Hezîran 2018
PYD

Siyasedmedarê kurd: Zû yan dereng YPG dê ji Minbic û Reqayê vekişe

© Sputnik / Hikmet Durgun
Sûriye
Lînkê kurt
0 12

Piştî daxuyaniyên nakok ên Tirkiye, Amerîka û HSDê yên derbarê Minbicê de, pirs li ser çarenûsa wê herêmê zêde bûn ku gelek şiroveyên cuda tên kirin ku hîn jî nayê zanîn bê qedera Minbic û herêmên din ên Rojava û yên di kontrola HSDê de dê çawa bibe. Siyasetmedarê û şirovekar Ferîd Sedûn dibêje ku "divê PYD çareyekê bibîne ku her kesî razî bike."

Nivîskar û rojnamevan Amberin Zamanê derbarê rewşê de nivîsîbû ku Sputnik Kurdistanê hinek beşên wê nivîsê wergerandibûn û diyar kiribû ku Amerîkayê hewl dide hevsengiya di têkiliyên li gel Tirkiyeyê de vegerîne û îdîa kir ku planeke Tirkiyeyê heye ku YPGê li derve bê hiştin û ew û Amerîka herêmên li Sûriyeyê bi rê ve bibin.

"HÎN TIRKIYE Û AMERÎKA LI HEV NEKIRIYE LÊ DÊ LI HEV BIKIN"

"Zamanê li ser hesabê xwe yê Twitterê jî bi bîr anî ku hîn lihevkirin tine û got ku hemû nîşane diyar dikin ku lihevkirin dê çêbibe.

"DAWIYA DINYAYÊ JI MINBICÊ DEST PÊ DIKE"

Herwiha New York Timesê jî derbarê rewşa Minbicê de nivîseke bi ser navê "Dawiya dinyayê dê ji Minbicê dest pê bike" ku ji aliyê peyamner Cenan Mûsa û Harlood Doornbossî ve hatiye amadekirin.

"SÊ FIKIRÊN CUDA LI MINBICÊ HENE"

Nivîs balê dikişîne ser perçebûna li bajarê Minbicê û wiha dibêje: "Perçebûna li bajarê Minbicê yê sûrî eşkere ne ku di heman demê de jî Amerîka li ser piştgiriya kurdan li dijî Tirkiye û çekdarên sûrî berdewam e. Hinek eşîrên Minbicê hevkariyê bi desthilata kurdî re dikin û hinekên din desthilata Tirkiyeyê dixwazin û herwiha hinek eşîr hene ku dixwazin artêşa Sûrî vegere."

Televizyona On Live raportek derbarê bajarî de amade kir û tê de diyar kir ku ji ber daxuyaniyên nakok, hîn jî rewşa Minbicê ne zelal û wiha dewam kir: "Hîn jî bajarê Minbicê li çoltera bakurî yê Helebê li Sûriyeyê xaleke nakokiyên navdewletî û rageşiyeke berdewam e. Ji ber cihê wê yê stratejîk ku li herêma navbera rojhilat û rojavayê çemê Firatê ye, aliyê tirkî, kurdî û amerîkî li ser wê pev diçin."

SIYASETMEDARÊ KURD: KURD ZÛ YAN DERENG DÊ JI MINBIC, REQA Û HERÊMÊN DIN DERKEVIN

Ji aliyê din ve, Siyasetmedarê û şirovekarê Ferîd Sedûn li ser rûpela xwe ya Facebookê derbarê Rojava, Minbic, Reqa û herêmên din de nivîsî û rexne li birêveberiya xweser a bakurê Sûriyeyê girtin.

"YAN EGER TIRKIYE ÎSRAR BIKE KU YPG DERKEVE Û ARTÊŞA SÛRIYEYÊ VEGERE…"

Sedûnî teqez kir ku zû yan dereng kurd dê ji Minbic, Reqa û Dêra Zorê vekişin û wiha dewam kir: Mesele ne Minbic û Reqa ye lê Cezîre ye ku giraniya kurdî lê ye. pirsyar ew e, eger Tirkiye îsrar bike ku hêzên YPG ji rojhilata Firatê derkevin û got, yan dê ew herêmê têkeve kontrola artêşa Sûriyeyê yan jî dê qedera wê wek a Efrînê be?"

"DIBÊJIN, AMERÎKA DÊ DESTÛRÊ NEDE, NEXWE GUHÊ XWE BIDIN RÛSAN"

Şirovekarê kurd nivîsa xwe wiha dewam dike: Hinek dê bibêjin, Amerîka dê destûrê nede! Nexwe ka em guhê xwe bidin rûsan bê çawa dibêjin: Divê hemû hêzên biyanî ji Sûriyeyê derkevin ku ew piştgiriyê dide Îsraîlê da ku hêzên piştgir, hêzên Hizbullah ji başûr derkeve û Artêşa Sûriyeyê li wir bi cî bibe."

"EGER AMERÎKA PÊŞNIYARA TIRKIYEYÊ QEBÛL BIKE, SERKIRDEYÊN PYDÊ DÊ ÇI BIKIN?"

Sedûn dibêje ku dibe Amerîka di bin fişara Rûsya û Tirkiyeyê de pêşniyara tirkî qebûl bike û dipirse: "Bersiv li ba serkirdeyatiya PYDê ye, çareserî çi ye? Gelo em di serkirdeyên PYDê de kesayetên siyasî peyda bikin ku me rizgar bikin û biryareke cidîtir bidin da ku rewşê rizgar bikin?

"GELO HAYA PYDê JÊ HEYE KU EREB DÊ DESTHILATA WÊ QEBÛL NEKIN?"

Herwiha Sedû got, "Gelo PYDê dê dest ji pozbilindî, serwerî û tekbûna xwe di desthilatê de berde û hevparî, piralîbûn û demokrasiyê qebûl bile? Gelo haya PYDê jê heye ku eşîrên ereb dê desthilata wan qebûl neke û dê birêveberiya wan li Reqa, Dêra Zor û Minbicê û hemû herêmên piraniya wan ereb qebûl neke?"

S-300
© Sputnik / Ministry of Defence of the Russian Federation
"DIVÊ PYDÊ ÇARESERIYEKE BIBÎNE KU HEMÛ ALIYAN RAZÎ BIKE, KURD JÎ DI NAV DE"

Sedû dipirse bê gelo PYD çi ji xwenîşandan û tevgerên eşîrên ereban fêm dike ku "êdî  li dijî wê zêde dibin" û wiha dewam dike: "Gelo PYD fêm kir ku hêza leşkerî têrê nake ku serweriyê li ser civakê bikin û pêwîsitya wê bi çareseriyeke siyasî heye ku hemû aliyan razî bike, kurd bixwe jî di nav de ne."

"ÇARESERÎ, PÊŞÎ ÇARESERIYA NAVXWEYÎ YA KURDAN"

Şirovekar PYD hişyar dike ku çareseriyan peyda bike yan dê berî kurdan, ew bixwe berdêla vî tiştî bide û wiha dibêje: "Çareserî ji kû dest pê dike? Helbet pêşî ji çareseriya naxweyî ya kurdî ye."

Bi heman mijarî:

Eşîrên sûrî yên dijî PYDê li Tirkiyeyê dicivin
ENKS: Pirsa kurdî bêyî PYDê çareser dibe
Rûsya: Em ji bo Soçiyê hewil didin li şûna PYDê kurdên bêalî beşdar bibin
Rûsyayê li ser beşdariya PYDê ya kongreya Soçiyê daxuyanî da
Şêwirmendê PYDê: Gotina “tekane dostê kurdan çiya ne” şaş e
Serokê Partiya Tirk: Ez bim, ez ê biçim bi PYDê re bipeyivim
Li Edenê bi hinceta Efrînê û PYDê 9 kes hatin desteserkirin
Etîketan:
HSD, YPG, PYD, Amerbîn Zaman, Ferîd Sedûn, Dêra Zor, Reqa, Minbic, Sûriye, Îsraîl, Tirkiye, Amerîka, Îran
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de