23:06 21 Hezîran 2018
ASA - Operasyona Efrînê

Li navenda bajarê Efrînê di navbera çekdarên ASA û eşîra ereban de şerekî dijwar derket

© REUTERS / Khalil Ashawi
Sûriye
Lînkê kurt
0 10

Hat ragihandin ku li navenda bajarê Efrînê di navbera çekdarên Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) û endamên eşîra Bobeneyê de şerekî dijwar derket.

Li gor zanyariyên berdest ku ji çavkaniyên herêmî hatine wergirtin, şevê din li Efrînê di navbera grûba Feylaq Sêyemîn a çekdarên ASAyê û endamên eşira ereb a Bobeneyê de şerekî dijwar derket û hetanî berê sibehê pevçûn dewam dikir.

Çavkanî dibêjin: "Çekdarên herdu aliyan derketine ser xanî û avahiyên bilind û bi çekên qenasê hev dikin armanc." Lê nayê zanîn heta niha herdu aliyan çend kes hatine kuştin.

Herwiha Bobene eşîreyeke ereban a bajarê Minbicê ye ku beşek biçûk ji wê ji eşîrê ji berî 25 salan di serdema Serokê Sûriyê yê berê Hafiz Esed ve hat Efrînê û li taxeke biçûk a Efrînê hatibû bicihkirin.

Bi heman mijarî:

ENKS: Me ji Rûsyayê re got, 'divê Sûriye bibe dewleteke federal'
DYA, Sûriye bo herêmên agirbestê hişyar kir
Sûriye DYAyê sûcdar kir: We qadên petrola me bi qestî bombebaran kir
Sûriye: Em bi hêvîne pêwendiyên me bi Tirkiyeyê re baş bibin, lê şertên me hene
Xaça Sor: Em metirsîdar in ku li Sûriye li qadên bi bandor şerên çekdarî pêk bên
Etîketan:
Li Efrînê şer, ASA, Efrîn, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de