05:58 21 Hezîran 2018
Efrîn

Di 24 seetan de nêzî 2 hezar koçberên efrînî vegeriyan

© REUTERS / Khalil Ashawi
Sûriye
Lînkê kurt
0 20

Hat ragihandin ku di van 24 seetan de nêzîkî 2 hezar koçberên efrînî ji navçeyên Şehba û Nubbulê derbasî navenda Efrînê bûn.

Li gor medyaya Herêma Kurdistanê ku dispêrê çavkaniyekî herêmî, di van 24 seetan de ango, rojên Çarşem û Pêncşemê nêzîkî 2 hezar koçberên efrînî ji navçeyên Şehba û Nubbulê derbasî nav herêma xwe bûn û gihiştin cih û warên xwe."

Çavkaniyê ji Efrînê ku nexwest navê xwe eşkere bike got: "Ji 3 rojan ve jî otomobîl hatibûne rawestandin, lê xelk bi peyatî derbasî Efrînê dibûn. Lê ji roja Çarşemê ve rê hate vekirin ku otomobîl derbas bibin. Êdî karwanek ji otomobîlan jî derbas bû ku hejmara wan bi tevayî digihêje nêzîkî 2 hezar kesî."

Li gor agahiyan pêla vegera koçberên Efrînê, ji roja 05ê Gulanê ve destpê kiriye û heta niha berdewam e. Piştî ku hêzên Tirkiyê û çekdarên ASAyê di 18ê Adarê de navenda bajarê Efrînê kontrol kirin, xelkê Efrînê ku ji ber êrişên Tirkiyê aware bibûn, li şûna wan malbatên ereb têne bicihkirin.

Bi heman mijarî:

Temelli: Hisabê wan dê ji Kerkûk, Efrîn û Amedê vegere
Kotzias : Yûnanistan ne Efrîn e
Yekîtiya Erebî: Efrîn hatiye dagirkirin
PKK: Efrîn dilê Kurdistanê ye û ji dagirkeran re namîne
Berdevkê KREyê: Efrîn dê bi Entaqyayê ve were girêdan
Etîketan:
welatiyên efrînî, ASA, Efrîn, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de