05:55 21 Hezîran 2018
YPG-Kobani

‘Şanda leşkerî ya Siûdî, Îmarat û Urdinê çûye Kobaniyê’

© AFP 2018 / DELIL SOULEIMAN
Sûriye
Lînkê kurt
0 20

Hat ragihandin ku şandeke leşkerî ya Erebistana Siûdî, Îmaratên Erebî û Urdinê serdana bajarê Kobanî yê Rojava kiriye û bi fermandarên Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) civiyane.

Di nûçeya ku medya erebî belav kiriye de, tê ragihandin ku serdan roja çarşemê pêk hatiye û civîn jî li binkeya leşkerî ya Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê ya li Kobaniyê çêbûye.

Li gor jêderan ew şande bi mebesta rewşa avakirina yekîneyên parastina sînor çûne ku meha nîsanê Serokê Amerîkayê Donald Trump ji welatên erebî daxwaz kiribû, heger ew dixwazin Amerîka li Sûriyeyê bimîne, divê alîkariyên xwe zêdetir bikin û lêçûyînên leşkerî dabîn bikin.

Bi heman mijarî:

'Leşkerên tirk ketin nava gundê Bermîze yê Sîdekanê û xwarina gundiyan xwarin'
Peskov: 'Mirin' û rabûna Babçenko mîzanseneke xerîb e
Amerîkayê rêxistineke din xist lîsteya terorê
Çepgirê tirk: Gava çepê tirk piştgirî da kemalîzmê kurd ji wan veqetiyan
Îran û Kurdistanê di navbera xwe de dest bi bikaranîna pergala elektronîkî kir
Etîketan:
Kobanî, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de