22:54 21 Hezîran 2018
Beşar Esad

Esad: Dinya bi çîroka Amerîkayê nexapiya

© Sputnik /
Sûriye
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad ji bo Russia Todayê (RT) axivî û got, cîhanê di warê êrîşa kîmyewî ya li herêma Dumayê de bi tawanbarkirina Amerîkayê ya li hemberî Sûriyeyê bawer nekir.

Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad diyar kir ku di meha nîsanê de Rûsyayê asteng kir ku welatên rojavayî êrîşeke mezin li dijî Sûriyeyê pêk bîne û got, li beramberî hemû hewldanên astengkirinê yên Amerîkayê hikumeta Sûriyeyê di vî şerê 7 salî de hema hema bi ser ket. Esad parast ku artêşa Sûriyeyê her ku pêşve diçe, welatên rojavayî hîn zêde piştgiriyê dide terorîstan û wan tîne welêt û rewşê xerabtir dikin.

'AMERÎKAYÊ QERTÊN XWE WENDA KIRIN'

Serokê Sûriyeyê got, "Ger ji derve piştgiriya aborî nehatibûya kirin, dijminên navxweyî wê di nav salekê de têk biçûna" û anî ziman ku piştî kontrola Heleb û Dêra Zorê ket destê hêzên hikumetê Washingtonê ‘qertên xw ewenda kirin' û dibe li ser maseya mizakereyê were rûniştandin.

‘DEREW KIRIN'

Esad bal kişand ser êrîşa Amerîka, Brîtanya û Fransayê ya di 14ê Nîsanê de û got, "Çîrekoke vegotin, derew kirin lê raya giştî ya cîhanê û rojava bi wan nexapiya. Lê êdî nedibû ku paşve jî gav biavêtana. Ji ber vê yekê divê biçûk be jî, hinek tişt bikirana."

Beşar Esad derbirî ku ti planeke siyasî ya El Qaîde, El Nûsra û DAIŞê û komên bi ser wan ve girêdayî tune ye û ew ji bo diyalogê jî ne amade ne. Esad got divê hîn li qadê serfiraziyên werin bidestxistin hene û ew ji vê yekê paşve gav navêjin.

Bi heman mijarî:

Esad: Em amade ne ku bi HSDê re gotûbêjan bikin lê...
Esad bersiva gotina ‘heywan’ a Trump da
Muharrem Ince: Ez ê bi Esad re hevdîtinê pêk bînim
Şanda rûsî piştî hevdîtina bi Beşar Esad re, derbasî Tirkiyeyê bû
Etîketan:
Serokê Dewleta Sûriyeyê, Beşar Esad, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de