09:49 23 Hezîran 2018
Sergey Şoygu

Şoygu li ser mijara Sûriyeyê bi hevkarê xwe yê îsraîlî re axivî

Sputnik
Sûriye
Lînkê kurt
0 0 0

Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygu ragihand ku piştî rizgarkirina başûrê Sûriyeyê ji DAIŞê, pêkanîna agirbestê li Hûmsê û Xûtaya Rojhilat rewşa welêt ber bi başiyê ve diçe.

Sergey Şoygu bi hevkarê xwe yê îsraîlî Avîgdor Lîberman re îro li Moskowê paytexta Rûsyayê hat cem hev û rewşa dawî ya Sûriyeyê nirxandin.

‘GEŞEDANÊN ERENÎ PÊK HATIN'

Şoygu got: "Geşedanên erenî di derbarê rewşa Sûriyeyê de pêk hat. Lihevkirina li Hûmsê û Xutaya Rojhilat ku bê xwîn rijandinê pêk hat, ji aliyê din ve rizgarkirina navçeya Yermûkê ji DAIŞê, rewşa Sûriyeyê berbi başiyê ve diçe."

Şoygu balê kişand ser şertên ji bo vegera penaberên sûrî û şertên bicihanîna ji bo aştiyê û got: "Şebekeyên ceyranê û avê tên nûkirin, dabînkirina xurek û tibbî tên kirin."

Bi heman mijarî:

Netanyahu: Li her dera Sûriyeyê Îran ji me re hedef e
'Di rapora NATO PAyê de gotina 'PYD/YPG baskê PKKê yê li Sûriyeyê ye' cih girt'
Lavrov: Hêzên çekdar yên biyanî, divê derhal ji Başûrê Sûriyeyê derkevin
Lavrov: Hewlên xeniqandina Sûriyeyê di nav kaosê de hatin têkbirin
Etîketan:
rewş, Avîgdor Lîberman, Sergey Şoygu, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de