22:26 18 Hezîran 2018
YPG Haseke

HSDê bersiva Esadî da: Em piştgiriyê didin çareseriya gotûbêjan

© REUTERS / Rodi Said
Sûriye
Lînkê kurt
0 40

Sky Newsê ragihand ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk(HSD) ku YPG pêşengiya wê dike bersiva daxuyaniya Serokê Sûriyeya Beşar Esadî yên îro da û got, "çareseriya leşkerî ne çareserî ye."

SkyNewsê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku "HSD wek yekem bersiv ji daxuyaniya Esadî re, 'çareseriya leşkerî ne çareseriya qeyranê' ye dibîne".

​Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad ji bernameya Murat Gaciyev ê Russia Today (RT) re axivîbû û diyar kiribû ku amade ne bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re gotûbêjan bikin lê vebijarka leşkerî jî hê jî di rojevê de ye.

Li gorî SkyNewsê, HSDê gotiye ku ew piştgiriyê didin gotûbêjan ji bo ku qeyrana Sûriyeyê were bidawîkirin û ew doza pergaleke demokratîk dikin ku mafên neteweyî û olî misoger dikin.

Ji aliyê din ve, Berdevkê HSDê Gabrieyl Kino îro pêncşemê bi peyameke dengî bersiva pirsyara Reutersê daye û gotiye: "Çareseriya leşkerî ne ew çare ye ya ku me bigihîne encamekê."

Herwiha Gabriyelî got, "çi çareseriya leşkerî têkilîdîarî Hêzên Sûriyeya Demokratîk dê bibe sedema wêranî û wendahî û zehmetiyên zêdetir ji bo gelê Sûriyeyê."

Bi heman mijarî:

Hevpeymanî: Operasyona li dijî Efrînê bala HSDê ya ku li dijî DAIŞê têdikoşe belav kir
Medya Îranê: Gelê Reqayê li hemberî HSDê serî hilda
Ji CENTCOMê daxuyaniya YPG û HSDê: Şirîkên me yên sereke ne
Fermandarê HSDê: Amerîka hêza xwe ya taybet şand Minbicê
‘Hemû mesrefê çekên giran û lojîstîka HSDê welatekî ereb dide'
Fermandarê amerîkî: Piştgiriya me bo hêzên HSDê dewam dike
Rewşa dawî ya şerê HSDê li dijî DAIŞê
Fermandarê Giştî yê HSDê: Em amade ne hevkariyê bi hêzên erebî re bikin
Etîketan:
YPG, HSD, Beşar Esad, Kîno Gabryel, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de