22:28 18 Hezîran 2018
Rakka DSG YPG

Plana Tirkiyeyê ji bo herêmên di destê YPGê de çi ye?

© REUTERS / Erik De Castro
Sûriye
Lînkê kurt
0 0 0

Piştî daxuyaniyên nakok ên Tirkiye, Amerîka û HSDê yên derbarê Minbicê de, Nivîskar û rojnamevan Amberin Zamanê derbarê rewşê de nivîsî û diyar kir ku Amerîkayê hewl dide hevsengiya di têkiliyên li gel Tirkiyeyê de vegerîne û îdîa kir ku planeke Tirkiyeyê heye ku YPGê li derve bê hiştin û ew û Amerîka herêmên li Sûriyeyê bi rê ve bibin.

Zamanê Al-monitorê derbarê rewşa dawî ya Minbicê, daxuyaniyên nakok ên Tirkiye û Amerîkay û HSDê de nivîsî. Zamanê daxuyaniyên duh ên Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşogluyî bi bîr anîn ku gotibû, YPGê dê ji Minbicê vekişe û îdîa kiribû ku dibe Amerîka hewl dide "pêwendiya navbera YPG û PKK qut bike."

GELO TIRKIYEYÊ HELWESTA XWE LI HIMBERÎ YPGÊ NERM KIRIYE?

Nivîskar û rojnamevan Zaman van daxuyaniyên Çavuşogluyî dinirxîne û dibêje: "Heta berî demeke kurt jî, Tirkiyeyê îsrar dikir ku YPG û PKKê yek in. Gelo dibe ku Tirkiye helwesta xwe nerm dike? Hemû girêdayî wê yekê ne bê gelo YPG xwe fesix bike, çekan deyne û tev li artêşa sûriyeyê ya 'neteweyî' bibe ya ku Tirkiye plan dike ava bike."

"AMERÎKA DIXWAZE HEVSENGIYÊ VEGERÎNE TÊKILIYÊN LI GEL TIRKIYEYÊ"

Herwiha Zaman Tirkiye wek "hevbendekî NATOyê yê şerxwaz û nayê pêşbînkirin bi nav dike û dibêje:  Di vê demê de ku şerê li dijî DAIŞê berdewam dike, Amerîka lê dixebite ku hinek rêyan bibîne da ku hevsengiyê vegerîne têkiliyên li gel Tirkiyeyê ku hevlabendekî giring e û her diçe bêtir şerxwaz dibe û nayê pêşbînkirin."

"ÊRÎŞ LI SER YPGÊ DÊ DERBEYEKÊ HEVSENGIYA 'ŞKÊBAR' AN NAVBERA KURD Û EREBAN XÎNE"

Li gorî Zamanê," eger êrîş li ser YPGê berdewam bikin, dibe ku hevsengiya 'nazik an jî şkêbar' a navbera kurd û ereban derbeyekê bixe û 'xebatên îstîqrarkirina herêmên bakurê rojhilata Sûriyeyê têk bibe ku ew yek ji armancên pêşîn ên Amerîkayê ne."

"PIŞTÎ HILBIJARTINÊ, ERDOGAN DÊ DEST JI ŞERÛDIYA DIJÎ AMERÎKAYÊ BERDE"

Herwiha Zaman diyar dike, "tê gotin ku hinek di birêveberiyê(ya Amerîkayê) de wiha bawer dikin ku piştî Serokkomar (ê Tirkiyeyê) Recep Tayyip Erdogan serkeftinê di hilbijartina pêşwext a 24ê Hezîranê de bi dest bixe, mihtemelen dê vehese. Pêwîstiya wî d3e bi nîşandana şerûdiya dijî-Amerîkayê nemîne."

"PLANA TIRKIYEYÊ KU HERÊMAN AVA BIKE KU EW Û AMERÎKA BI HEV RE BI RÊ VE BIBIN"

Zaman behsa versiyona tirkî ya vê planê dike û wiha dibêje: "Versiyona tirkî ya vê planê ku tê îdîakirin ku hinek rayedarên birêveberiyê pesend dikin ew e ku herêmên dijî-rejîmê(birêveberiya Sûriyeyê) ava bikin ku ew herêm ji aliyê Tirkiye û Amerîkayê ve werin birêvebirin".

"NÎQAŞA ALÎGIRÊN TIRKIYE Û YÊN PIŞTGIRÊN YPGÊ HÎN DÊ GELEKÎ DEWAM BIKE"

Nivîskar îdîa dike ku di wê planê de, "YPG dê li derve were hiştin û dê rê bi Şamê neyê dayîn ku xwe bigihîne çavkaniyên jiyanî yên enerjî, av û çandiniyê. Herwiha dê bandora Îran û Rûsyayê kêm bike. Lê bersivên (Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather) Nauertê pêşniyar dike ku hîn gelek maye ku nîqaşa navbera kampa alîgirên Tirkiyeyê û yên dixwazin statû qouya bi hevpariya li gel YPGê dewam bikin bi dawî bibin."

Bi heman mijarî:

The Independent: Tirkiye ji ber windahiyên li dijî YPGê dê li navenda Efrînê şer neke
YPGê pêşniyara vekişîna ji Efrînê red kir
Qeymeqamê Şingalê: Heta niha ji bo YPGê daxwazeke fermî ji me re nehatiye
Fermandarê YPGê: Sivîl li Efrînê bûne mertalên zindî, kes ji bajêr dernakeve
Fermandarê YPGê li ser îdiayên kontrolkirina Efrînê axivî
YPGê sedema vekişîna ji Efrînê eşkere dike
Berdevkê YPGê: Li Efrînê 16 milîs hatin kuştin û du wesayîtên leşkerî jî hatin rûxandin
Etîketan:
HSD, PKK, YPG, DAIŞ, NATO, Heather Nauert, Mevlut Çavuşoglu, Recep Tayyip Erdogan, Minbic, Sûriye, Tirkiye, Amerîka, Rûsya, Îran
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de