01:21 18 Hezîran 2018
Leşkerên Fransî û amerîkî li Minbicê - Ala Fransa û Amerîkayê

‘Dibe Amerîkayê di mijara Minbicê de tawîzên cidî ji Tirkiyeyê standibin'

© Sputnik / Hikmet Durgun
Sûriye
Lînkê kurt
0 0 0

Dîplomatên welatên Rojava radigihînin, eger Tirkiye û Amerîka li ser Minbicê li hev kiribin, dibe Tirkiyeyê tawîzên cîdî dabin, hin dîplomat jî dibêjin ku eger lihevkirin hebe jî Amerîka dê beriya hilbijartina di 24ê Hezîranê de ku li Tirkiyeyê bê lidarxistin, biryareke berbiçev negire.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu diyar kiribû ku li ser mijara Minbicê bi Amerîkayê re li hev kirine, lê Washingtonê vê agahiyê piştrast nekiribû. Lê dîplomatên welatên Rojava dibêjin ku lihevkirineke wiha di demeke kin de nepêkan e. Dîplomateke eşkere dike ku peymaneke wiha di navbera Amerîka û Tirkiyeyê de rêya gelek pirsgirekên di navbera her du welatan de vedike, lê ji bo vê yekê jî divê Tirkiye berdêlên cidî bide Amerîkayê. Çavkaniyên dîplamasiyê jî dibêjin ku lihevkirineke bi vî şiklî ne pêkan e ku beriya 24ê Hezîranê pêk were.

Nivîskarê sîteya Al Monîtorê Semih Îdîz di nivîsa xwe yê bi ser nivîsa ‘Gelo Amerîka li Minbicê teslîmê Tirkiyeyê bû' de cih da hevdîtinên xwe yên bi dîplomatên welatên Rojava:

"Dîplomatên welatên Rojava tevî hevdîtinên di navbera her du dewletan de, bi guman nêzî hevdîtinan dibin. Dîplomatek ku nexwest navê wî were eşkerekirin got: ‘Lihevkirina li ser mijara rojhilatê Firatê û Minbicê tê wateya têkiliyên di navbera Tirkiye û Amerîkayê başbûne."

Çavkaniyê destnîşan kir ku, "Washington, bi taybetî mirov tehdîdên Tirkiyeyê yên di warê leşkerî de berbiçev bike, heta tawîzên cidî ji Enqereyê nestadibe, ne pêkan e ku gotinên wanqebûl bike."

Bi heman mijarî:

Erdogan: Em ê Minbic û Til Rifetê bi riyên dîplomasî kontrol bikin
Ji MGKya Tirkiyê peyamên Minbic, Şingal û Qendilê
Erdogan: Ev kar bi Efrînê bidawî na be, piştre Idlib û Minbic hene
The Washington Post: Tirkan Efrîn girt, bila Minbic nede dû
France 24: Minbic amadekariyên şerî dike
Etîketan:
tawîz, dîplomat, YPG, Al Monîtor, Semih Îdîz
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de