09:10 18 Hezîran 2018
HSD - Reqa

Esad: Em amade ne ku bi HSDê re gotûbêjan bikin lê...

© REUTERS / Erik De Castro
Sûriye
Lînkê kurt
0 11

Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad ji bernameya Murat Gaciyev ê Russia Today (RT) re axivî û diyar kir ku ew amade ne bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re gotûbêjan bikin lê vebijarka leşkerî jî hê jî di rojevê de ye.

Esad ragihand ku piştî Amerîkayê alîkarî da ‘dijberên ne tundrew ku paşê îslamîst derketin' wî bawerî bi HSDê anîye. Esad wiha berdewam kir: "Li alternatîfeke din digerin. Ev alternatîf HSD ye çimkî artêşa me ji bo têkbirina terorîstan li herêmên cuda cuda bi pêş de diçe. Tekane pirsgirêka me ya li Sûriye HSD dimîne."

'PÊWIST E AMERÎKÎ JI SÛRIYÊ BIÇIN, BI AWAYEKÎ DÊ BIÇIN'

Esad amaje kir ku di mijara HSDê de wan du alternatîf hene: "Ya pêşî: ji bo gotûbêjan em deriyekî vekirî dihêlin çimkî piraniya HSDê ji Sûriyeyiyan pêk tê. Ger ev rêbaz bi kêr neyê em dê hêzê bi kar bînin û van herêman kontrol bikin."

Esad herwiha got, "Pêwist e amerîkî ji Sûriyeyê biçin, bi awayekî dê biçin."

Bi heman mijarî:

'Şer di navbera HSD û hêzêke ereb de derket'
HSD: Me xetertirîn endamê DAIŞê yê Ewropayê girt
HSD: Hevpeymaniyê soz daye ku herêmên me ji Tirkiyeyê biparêze
‘HSD bi artêşa Iraqê re amadekariya operasyona hevbeş dike’
HSD: Operasyona li Dêra Zorê ji nû ve dest pê dike
HSD: Me gundên li rojhilata Çemê Firatê ji artêşa Sûriyeyê stendin
Etîketan:
Danûstendin, Gotûbêj, HSD, Beşar Caferî, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de