01:23 18 Hezîran 2018
Milîtanên DAIŞê

Fermandarê sûriyeyî îdîaya ku DAIŞê dîsa dest bi êrişê kiriye bersivand

© AP Photo / Militant Photo
Sûriye
Lînkê kurt
0 0 0

Fermandarê hêzên çekdar ên girêdayî hikûmeta Sûriyeyê ji ajansa Spûtnîkê re axivî û îdîaya ku DAIŞê dîsa dest bi êrişê kiriye derewand.

Fermandarê hêzên çekdar ên girêdayî hikûmeta Sûriyeyê îdîaya ku milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê li Palmîaya girêdayî Humsê dîsa dest bi êrişê kiriye derewand û ragihand ku baweriyê bi van nûçeyan neyinin.

Çavkanî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Milîtanên DAIŞê herî dawî hefteya borî li herêma Hmeyma êrişî eniyên artêşa Sûriyeyê kiribûn û ev jî 160 kîlometroyî dûrî Palmîrayê yê."

Li gor daxuyaniya fermandarê sûriyeyî, li herêma Humsê yek eniyeke artêşa Sûriyeyê jî rastî êrişa rexistina terorîst a DAIŞê an jî grûbeke din a çekdar nehatiye. Ev nûçeyên ku têne belavkirin derew in.

Bi heman mijarî:

ENKS: Me ji Rûsyayê re got, 'divê Sûriye bibe dewleteke federal'
Kiliçdaroglu: Em ê teşkîlatekê çêkin ku ji Tirkiye, Îran, Sûriye û Iraqê pêk tê
DYA, Sûriye bo herêmên agirbestê hişyar kir
Sûriye DYAyê sûcdar kir: We qadên petrola me bi qestî bombebaran kir
Sûriye: Em bi hêvîne pêwendiyên me bi Tirkiyeyê re baş bibin, lê şertên me hene
Etîketan:
artêşa Sûriyeyê, DAIŞ, Hums, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de