00:39 18 Hezîran 2018
Babê

Dîsa di navbera çekdarên ASAyê de şer derket

© REUTERS / Khalil Ashawi
Sûriye
Lînkê kurt
0 10

Hat rgaihandin ku li herêma Babê dîsa di navbera çekdarên Ehrar el-Şerqiye û Şurta el-Hurayê de şer derket.

Li gor çavkaniyên herêmî, li çerxerêya navendî ya bajarê Babê dîsa di navbera çekdarên Ehrar el-Şerqiye û Şurta el-Hura yên girêdayî Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) de şer û pevçûn derket.

Çavkaniyê herêmê radigihînin ku di encama şer û pevçûna navbera çekdarên ASAyê de çend welatiyên sivîl ku li devê dikanên xwe bûn û haya wan ji bûyerê tunebû bi guleyên çekdaran birîndar bûne û rewşa hinek birîndararn giran e.

Li gor agahiyan hetanî derengê şevê jî şerê navbera çekdarên ASAyê dewam kiriye.

Bi heman mijarî:

Li Babê li nêzî marketa Yunis teqîn: 9 birîndar
Li el Babê leşkerên tirk gule berê sivîlan dan
Babê Çawîş: Êzidî milletekê belangaz, hejar mezlûm e
Li El Babê Teqîn rû da: Gelek mirî û birîndar hene
Caferî: Qemyonên madeyên kîmyewî ji sînorê Tirkiye û El Babê derbasî Sûriyê bûn
Li Babê wesayîta bombebarkirî hat teqandin
Etîketan:
Li Babê di nava ASAyê de şer derket, Bab, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de