05:55 21 Hezîran 2018
Operasyona Leşkerî ya Minbicê

Meclisa Leşkerî ya Minbicê: Amerîka û Tirkiyeyê ji bo Minbicê li hev nekiriye

© REUTERS / Rodi Said
Sûriye
Lînkê kurt
0 30

Fermandarê Giştî yê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Mihemed Ebû Adil teqez kir ku hêzên kurdî li bajarê Minbicê tine ne û diyar kir ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk(HSD) piştî rizgarkirina wê bi çar mehan derketine. Herwiha Ebû Adilî got, "Amerîka û Tirkiyeyê ji bo radestkirina Minbicê li hev nekiriye."

Ebû Adil bi Sputnikê re axift û bersiva îdîayên ku Yekîneyên Parastinsa Gel(YPG) ji Minbicê vekişiyane da. Fermandarê mecilsê di axiftina xwe de got, "hêzên kurdî li Minbicê tine ne. Em xelkê bajarî ne ku me ew(Minbic) parast."

Herwiha Ebû Adilî desntîşan kir ku piştî Hêzên Sûriyeyê Demiratîk(HSD) Minbic ji DAIŞê rizgar kir bi çar mehan ji bajarî derketin.

Derbarê îdîayên ku Amerîka û Tirkiye ji bo Minbicê li hev kiriye de jî, Ebû Adilî got, "heta niha ti lihevkirineke amerîkî-tirkî pêk nehatiye" û wiha dewam kir: "Tiştê derbarê lihevkirina Amerîka û Tirkiyeyê de tê gotin ku birêveberiya Minbicê dê were radestkirin, tenê gotinên ragihandinê ne ku ji medyaya tirkî derdikevin û em li bajarî ne û ti tişt çênabe."

Herwiha Ebû Adilî bi bîr anî ku "berî du rojan li gel nûnerekî amerîkî re li Minbicê civiyane û behsa radestkirina bajarî nehat kirin."

Bi heman mijarî:

Yekem redkara wijdanî ya jin li Tirkiyeyê ji girtîgehê hat berdan
Kurê Netanyahu li ser Instagramê çêrî Tirkiyeyê kir
Îsraîl: Em helwesta Tirkiyeyê ya li hemberî balyozê me qebûl nakin
Di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de hevdîtinên Îsraîl-Filistînê
Amerîka: Mafê Tirkiyeyê heye balyozê xwe vekişîne
'Îflasa Tirkiyeyê dest pê kir'
Etîketan:
Meclisa Leşkerî ya Minbicê, YPG, HSD, Mihemed Ebû Adil, Tirkiye, Sûriye, Amerîka, Minbic
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de