04:15 22 Hezîran 2018
Amfîteatra Tarîxî / Palmîra

DAIŞê ber bi Palmîrayê ve dest bi êrişan kir

© Sputnik /
Sûriye
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku rêxistina terorîst a DAIŞê ber bi bajarê kevnare Palmîrayê ve ku beriya niha du car ji rêxistinê hatibû standin, dîsa dest bi êrişan kir.

Li gorî nûçeya el Mesdarê ku zanyariyên xwe dispêre çavkaniyeke sûriyeyî, îro danê sibehê DAIŞê car din êrîş daye destpêkirin.

Wê çavkaniyê da xuyakirin ku DAIŞ hewil dide herêma bêjahiya Sûriyê ya Bediye kontrol bike, "milîtanan li Îstasyona Pompa T-3yan a li nêzî Palmîrayê êrîşî baregehên artêşa Sûriyê kirin. Herwiha hat gotin ku demek berê milîtanan êrişî sengerên li herêma Hamimeyê jî kirine."

Tê gotin ku ew êrişa DAIŞê bi paş de hatiye vegerandin û hêj DAIŞê bi pêş de neçûye.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku DAIŞê cara ewil di 2015an de Palmîra bi dest xistibû. Artêşa Sûriyê bi piştgiriya hêzên esmanî yên rûsî di Adara 2016an de bajar car din paş de vegerandibû û dawî li serweriya DAIŞê anîbû. Palmîra di Adara 2017an de bo cara duyem hatibû rizgarkirin. Bajar ji wê demê û vir ve di bin kontrola artêşa Sûriyê de ye.

Bi heman mijarî:

4 hemwelatiyên tirk bi hinceta endamtiya DAIŞê, hatin bidarvekirin
Lavrov: Li tenefê rêxistinên girêdayî DAIŞê derdikevin
DAIŞê êrîşê ser hêzên Iraqê kir
8 xwekujên DAIŞê xwe li Kerkûkê teqandin
Etîketan:
Bajarê Dêrîn, Palmîra, êriş, DAIŞ, ROjhilata Navîn, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de