01:25 18 Hezîran 2018
Endamekî Artêşa Sûriyeya Azad (ASA)

Çekdarên ASAyê dîsa ji Efrînê kurd revandin

© Sputnik / Hikmet Durgun
Sûriye
Lînkê kurt
0 02

Hat ragihandin ku çekdarên Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) duhî ji bajarê Efrînê bijîşkekî kurd revandin.

Li gor zanyariyên berdest, çekdarên Artêşa Azad (ASA) hê jî ji Efrînê însanan direvîne û duhî jî bijîşkekî kurd bi navê Lezgîn Salih bo cihekî ne diyar revand. Hefteya borî jî dîsa 5 welatiyên efrînî hatibûn revandin.

Li gor nûçeya K24ê ku dispêre çavkaniyekî herêmê, piştî ku çekdarên ASAyê bijîşk Lezgîn Salih ji mala wî derxistin dest danîne ser mal û klinîka wî ya taybet jî.

Hêjayî gotinê ye ku ji destpêka dagîrkirina Efrînê û heta niha bi dehan hemwelatiyên kurd ji aliyê çekdarên ASAyê yên girêdayî artêşa Tirkiyeyê ve hatine revandin.

Bi heman mijarî:

Baksî: Piştî karesata Kerkûk û Efrînê jî kurdan tifaq ava nekirin
ENKSê bi Bogdanov re li ser rewşa Sûriyê, rojavayê Firatê û Efrînê axivî
Malbata ereb: Em bi zor anîn Efrînê
Heyeta alman ku serdana Rojava kir: Em ê ji bo Efrînê bixebitin
Dîsa çekdarên ASAyê li Efrînê li ser dizî û talanê bihev ketin
‘Leşker li Efrînê li ber çavê xelkê îşkencê li du welatiyan dikin û wan digindirînin’
Etîketan:
Welatiyên efrînî hat revandin, ASA, Efrîn, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de