05:57 21 Hezîran 2018
ENKS-Rojava

Haco: Em dixwazin bi navê ENKSê di komîsyona destûrê de cî bigirin

© Foto: Public Domain
Sûriye
Lînkê kurt
0 04

Şanda Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) li Moskowê bi Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mihaîl Bogdanov re civiya.

Nûnerên ENKSê yên Komîteya Pêwendiyên Derve di hevdîtinê de daxwaz ji Rûsyayê kirine ku dixwazin di nav komisyona çêkirina destûra bingehîn a Sûriyeyê de cî bigirin.

Nûnerê Pêwendiyên Derve yê ENKSê Kamuran Haco derbarê hevdîtinê de ji Spûtnîkê re da xuyakirin, "Me ji Bogdanov daxwaz kiriye ku em jî dixwazin wek ENKS di nav komisyona destûra bingehîn a Sûriyeyê de cî bigirin."

Haco destnîşan kir, her çiqas ew beşek ji opozîsyona Sûriyeyê bin jî ew dixwazin bi navê ENKSê ji bo parastina mafên kurdan di komisyonê de hebin

Haco herwiha diyar kir ku ew dê li ser navê opozîsyona Sûriyeyê di komisyonê de cî bigirin û hê hejmara nûnerên wan ên beşdariyê bikin diyar nebûye.

Di Kongreya Dîyaloga Niştîmanî ya Soçiyê ku dawiya meha Çileya 2017an hatibû lidarxistin, birayara damezirandina komisyona destûrê hatibû wergirtin ku dê xebatên komisyonê li Cenevê berdewam bikin.

Bi heman mijarî:

PDKê bersiva Komela Îslamî da: Hilbijartin nehatine betalkirin
Pisporên rûsî ji bo kontrolkirina sêvan çûn Tirkiyeyê
Koşka Spî: Amadekariyên hevdîtina Trump-Kim bi awayekî çalak didomin
Li Îranê balafir ket: 2 kes mirin
Li Silêmaniyê 2 kes ji ber gendeliyê hatin cezakirin
Di firtoneya Marîa de herî kêm 4 hezar û 600 kes mirine
'Amerîka li Sûriyeyê ji bo lîstika êrîşa kîmyewî amadehiyê dike'
Etîketan:
Kamuran Haco, Rûsya, Sûriye, ENKS
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de