22:14 18 Hezîran 2018
Efrîn

Malbata ereb: Em bi zor anîn Efrînê

© REUTERS / Khalil Ashawi
Sûriye
Lînkê kurt
0 01

Piştê ku Tirkiye û çekdarên ASAyê ketin Efrîn, gelek malbatên kurd ji malên xwe hatin derxisitn û ji deverên cuda yên Sûriyeyê kesên ereb di cihên wan de hatin bicihkirin. Hin malbatên ku ji Xutayê hatine Efrînê gotin ku “em bi zor anîn Efrînê.”

Artêşa Tirkiyê û çekdarên Artêşa Sûriya Azad piştê şerê 58 rojan karîbûn bikevin Efrînê. Bi ketina Efrînê re gelek malbatatên kurd ji ji xwe hatin kirin û milkên wan ji aliyê çekdaran ve hatin talan kirin. Herwiha ji deverên cuda yên Sûriyeyê gelek malbatên ereb di gund û malên efrîniyan de hatin bicihkirin. Li gorî daneyên Navenda Çavdêriyê ya Mafên Mirovan yê Sûriyeyê heta îro herî kêm 35 hezar Ereb li Efrînê hatine bicihkirin.

‘EM BI ZOR ANÎN EFRÎNÊ'

Ajansa frensî ya bi navê AFPê bi malbatên ereb yên ku li Efrînê re axivî. Kesekî bi navê Umaima al-Sheikh ku bixwe erebekî ji Xutayê ye û vê gav li bi malbat xwe re li Efrînê bi cih bûye got ku "kes naxwaze di avahiyekî ku ne yê wî be de bijî, kes naxwaze ku amûrên ne yê wî bin bi kar bîne, em bixwe dixwazin ku li welatê xwe û di mala xwe de bijîn. Lê belê îro em mecbûr kirin ku em di malên hinekan de bijîn, her wiha vê gavê hinekên din jî di mala me ya li Xûtayê de dijîn."

Erebê bi navê Mehdi Haymur jî vê gavê li Efrînê dijî û serpêhatiya xwe wiha anî ziman: Ez ji Xûtayê me, li Xûtayê em ji mal derxistin û anîn vir. Leşkerên tirk me di malekî efrînî de bi cih kirin, piştê demekê xwediyên malê hatin û em ji wir derketin vê gav jî avahiyekî xerabe de dimînin. Mehdi Haymur destnîşan kir ku "me ji warê me bi zorê dûrxistin anîn xistin malên hinekên din."

‘EFRÎNÎ NIKARIN VEGERIN'

Osman Xelîl bajariyekî Efrînê ye û di şer de terka mala xwe nekiriye. Xelîl di derbarê rewşa Efrînê destnîşan kir ku "ji Xûtayê gelek malbat hatin vir em bi hev re diaxivin, malbatên ji Xûtayê dikarin werin Efrînê lê malbatên ji Efrînê ne nikarin vegerin malê xwe. Vê gav di mala xizmên min de kesên biyanî dijîn."

Tê zanîn ku Rejima Sûriyê û hêzên Rusyayê ji meha Sibatê vir de lê xebitîn ku milîtan û malbatên wan ji Xûtaya Rojhilat tehliyê cihên din bikin. di nava wan milîtanan de yên nêzê Tirkiyeyê bi taybetî li herêma Efrînê hatibûn bicihkirin.

Bi heman mijarî:

Kotzias : Yûnanistan ne Efrîn e
Hilbijartina pêşwext û têkiliya wan bi Efrîn û pêvajoya navbera PKK û Tirkiyeyê re?
Yekîtiya Erebî: Efrîn hatiye dagirkirin
Çavuşoglu: Efrîn radestî rejîmê nabe
Etîketan:
efrîn, ereb, kurd, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de