19:03 23 Hezîran 2018
El Qaîde

11 grûbên radikal biryara yekîtiyê dan

© AFP 2018 / Fadi al-Halabi / AMC
Sûriye
Lînkê kurt
0 02

Hat ragihandin ku li Sûriyeyê 11 grûbên çekdar ku li dijî rejime şer dikin li Idlîbê bi navê ‘Eniya Azadkirina Neteweyî' yekîtiyek ava kirin.

Li gor nûçeya AAyê ku dispêre çavkaniyên muxalif, li bakurê rojavayê Sûriyeyê 11 grûbên çekdar ên girêdayî Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) ku li bakurê Hema û li Idlibê ne bi navê ‘Eniya Azadkirina Neteweyî' yekîtiyek ava kirin.

Di berdewamiya nûçeyê de tê gotin ku Feylaq el-Şam, Artêşa Nasr, Artêşa Idlîb a Azad, Artêşa Qerax a 1emîn, Artêşa Qerax a 2yemîn, Firqeya 1emîn, Artêşa 2yemîn, Artêşa Bijarte, Şûheda El Îslam Dareya, El Hurriye û Firqeya 23emîn tevlî yekîtiyê bûne.

Herwiha muxalifan jî di daxuyaniya xwe ya medya civakî de got: "Armanca yekbûna nû hemû grûb û yekîneyên bajarê Idlîbe di bin banê Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) vehewînin." Fermandarê Feylaq el-Şamê Fadlallah el-Hacci bû serokê Eniya Azadkirina Neteweyî û fermandarê Artêşa Nasrê Suheyb Leyuş jî bû cîgir.

Bi heman mijarî:

'Çekdarên ASA û leşkerên Artêşa Tirkiyeyê mamosteyeke kurd li Efrînê revand'
Îdîaya, 'ASA û El Nusra dixwazin herêmeke xweser di bin parastina Amerîkayê de çêkin'
ASA: Em ji navenda Efrînê vekşiyan
ASA: Piştî êrîşa muhtemel a Amerîkayê, em ê dest bi êrîşan bikin
ASA: Tevahiya Efrînê hîn nehatiye kontrolkirin
Etîketan:
11 grûbên çekdar yekÎtî ava kirin, Idlîb, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de