20:19 20 Hezîran 2018
Rojava

Heyeta alman ku serdana Rojava kir: Em ê ji bo Efrînê bixebitin

© AFP 2018 / Delil Souleiman
Sûriye
Lînkê kurt
0 10

Heyeta alman ku serdana herêma Rojava kir ragihand ku em ê ji bo têkbirina siyastên Tirkiyê û alman ên li dijî Efrînê bixebitin.

Heyeteke Almanyayê ku ji parlamenter û Endamên Partiya Çep a Almanyayê û hejmarek akademîsyen pêk diha di Deriyê Sêmalka re derbasî Rojava bûn. Heyet ji aliyê Cîgirê Serokatiya Desteya Têkiliyên Derve ya Herêma Cizîrê Fener El-Giêt û Seroka Desteya Jinan Emîna Umer ve hat pêşwazîkirin.

Heyetê di serî de serdana Avahiya Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê ya li bajarê Qamişlo kir û li vir jî ji aliyê Hevseroka DesteyaTêkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratk a Kantona Cizîrê Sîham Qeryo, Şêwirmedana Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Mizgîn Ehmed û Hevserokê Desteya Çand û Hunerê ya Kantona Cizîrê Ilyas Seydo ve hat pêşwazîkirin. Endamên heyetê spasiya nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ku pêşwaziya wan kir kirin û ragihand ku ew hatin Rojava da ku tecrûbeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji nêz ve bişopînin û parastina wê bikin.

Endamên heyete gotin: "Agahiyên me hene ku dewleta me piştgirî daye dewleta Tirkiyeyê da ku Efrîn dagir bikin. Ev cihê mixabiniyê ye. Ji bo têkbirina siyasetên alman û Tirkiyê yên li dijî sivîlên Efrînê em ê bixebitin. Di heman demê de em dixwazin sûdê ji vê tecrûbeyê bigirin û ji her aliyan nas bike da ku li welatê xwe pêk bînin."

Bi heman mijarî:

'Welatên Rojava dibêjin divê çapamenî azad be lê dezgehên çapamenî yên rûsî digirin'
Şandeyeke Rojava serdana Misirê kir
Îsraîl, li Şerîaya Rojava plana avakirina jîngehekê dike
Sîmonyan di derbarê bûyera RIA Ukraynayê de rexneyan li welatên rojava kir
Dadgehên Rojava û darizandina DAIŞiyan di rojeva medyaya cîhanê de ne
Li Kurdistanê ji bo koçberên Rojava xanî tên avakirin
Etîketan:
Heyeteke alman serdana Rojava kir, Rojava, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de