04:31 22 Hezîran 2018
Efrîn

Dîsa çekdarên ASAyê li Efrînê li ser dizî û talanê bihev ketin

© REUTERS / Khalil Ashawi
Sûriye
Lînkê kurt
0 20

Hat ragihandin ku dîsa li bajarê Efrînê çekdarên Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) li ser dîzî û talanê bi hev ketin û artêşa Tirkiyeyê ew ji hev veqetandine.

Komeleya Mafê Mirov a Sûriyeyê di daxuyaniya xwe de ragihand ku şeva borî şer û pevçûn di navbera çekdarên ASAyê yen grûba Hemze û grûbekê ser bi Lîwaya Muhtesim li meydana Kawa ya bajarê Efrînê derket.

Li gor komeleyê, şer û pevçûn li ser destdanîna maleke bajarê Efrînê bû, artêşa Tirkiyeyê bi wesayîtên zirxpoş destêwerdana şer kiriye û şer rewastandiye.

Herwiha duhî li ser rêya Efrîn û Şera Fermandarê Lîwaya Meşel Temo Ebû Meryem El-Heskawî rastî hewleke kuştinê hat, lê li gor zanyariyan ew ji wê hewla kuştinê rizgar bû. Ev ne cara yekem e şer û pevçûn di navbera grûbên çekdar ên li Efrînê de derdikeve. Hefteya borî jî şer di navbera wan grûban de derketibû û hejmarek ji çekdarên her du aliyan birîndar bibûn.

 

 

Bi heman mijarî:

Kotzias : Yûnanistan ne Efrîn e
Temelli: Hisabê wan dê ji Kerkûk, Efrîn û Amedê vegere
Hilbijartina pêşwext û têkiliya wan bi Efrîn û pêvajoya navbera PKK û Tirkiyeyê re?
Yekîtiya Erebî: Efrîn hatiye dagirkirin
PKK: Efrîn dilê Kurdistanê ye û ji dagirkeran re namîne
Sûriye: Em ê Golan û Efrîn jî di nav de hemû axa Sûriyê rizgar bikin
Etîketan:
Artêşa Tirkiyeyê, ASA, Efrîn, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de