09:59 19 Hezîran 2018
Sûriye

‘Artêşa Sûriyeyê xetên sor ên Amerîkayê zû de jê birine’

© REUTERS / Omar Sanadiki
Sûriye
Lînkê kurt
0 0 0

Pisporê leşkerî û generalê malnişîn ê Sûriyeyî Elî Meqsûd li ser hişyariyên Amerîkayê yên derbarê îhtimala êrîşên artêşa Sûriyeyê li başûrê rojhilatê Sûriyeyê daxuyanî dan.

Meqsûd ji Spûtnîkê re ragihand, ‘Artêşa Sûriyeyê xetên sor zûde jê birine' û wiha domand:

"Artêşa Sûriyeyê ji bo paqijkirina başûrê Sûriyeyê amadekariyên pêwîst kirine. Tenê şansekî dawî yê milîtanan maye ku çekên xwe deynin û teslîm bibim. Gefên Amerîkayê ji bo rawestandina artêşa Sûriyeyê ne."

Meqsûd daxuyaniyên Amerîkayê wekî ‘Hewla xêzkirina xetên sor ên nû ji bo artêşa Sûriyeyê' nirxand û got, "Rast e ku Îsraîl xema nêzîkbûna artêşa Sûriyeyê ya herêmên dagirkirî dixwe û xeteriya ku artêşa Îsraîlê bikeve nav şer heye. Lê belê artêşa me ti gavekê paş de navêje. Li Palmîra û çola Sûriyeyê ev xetên sor zû de hatine jêbirin."

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauert dabû xuyakirin ku ew ji operasyoneke muhtemel a artêşa Sûriyeyê ya bi ser herêma kêmkirina rageşiyê ya li başûrê rojavayê Sûriyeyê metirsîdar in.

Nauertê gotibû, "Em rejîma Sûriyeyê hişyar dikin ku ji her cure çalakiyên agirbestê bixe metirsiyê û pevçûnan zêde bikin dûr bisekine."

Bi heman mijarî:

Akşener: Min nedîtiye ku HDPiyan sûcek kiriye
National Interest: Rûsya pir nêzîkî pûçkirina teknolojiya amerîkî bûye
Li Efrînê 4 endamên PDK-Sê hatin girtin
Johnny Depp taybetmendiya herî balkêş a keçên rûsî vegot
Kiliçdaroglu: Dewlet bi rêxistina terorê re narûne, pirsa kurd li parlamenê çareser dibe
Pêşniyara nasîna ‘Qira Ermanan’ ji Parlamena Îsraîlê hat vekişandin
‘Pûtîn û Erdogan heta hilbijartinan ti hevdîtinekê nakin’
Etîketan:
Amerîka, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de