22:12 18 Hezîran 2018
Ji Artêşa Azad ASA daxuyaniya talan û diziya li Efrînê

Li Efrînê 4 endamên PDK-Sê hatin girtin

© REUTERS / Khalil Ashawi
Sûriye
Lînkê kurt
0 10

Hêzên Tirkiye û komên çekdar ên piştgiriya wan dikin li Efrînê, 4 endamên Partiya Demokrata Kurdistanê-Sûriye (PDK-S) girtin û piştî 24 saetan ew berdan.

Li gor çavkaniyên ji Efrînê doh 27ê Gulanê li saet 10:00ê sibehê hêzeke ser bi Artêşa Sûriyeya Azad (ASA ligel hêzekê ji leşkerên Tirkiyê, gundê Maratê dorpêç kirin.

Li gor nûçeya Rûdawê wan hêzan piştî dorpêçkirina gundê Maratê, dest bi pişkinînê li nav gund kiriye û mal bi mal lêgerîn kirine.

Wan hêzan 4 kes girtin ku her çar kes jî endamên PDK-S bûne ku navê wan, Elî Yaqûb Îbo, Mihemed Yaqûb Îbo, Ehmed Heydo û Omer Betal ê muxtarê gund bûye ku piştî girtinê bi 24 saetan hatine berdan.

Bajarê Efrînê piştî êrîşa Artêşa Tirkiyeyê û komên çekdar ya li 20ê Çileya 2018an, 18 Adarê ketibû jêr kontrola wan hêzan û gelek nûçeyên talan, dizî û tehdeya li xelkê herêmê di medyayê de hatibûn belavkirin.

Bi heman mijarî:

Johnny Depp taybetmendiya herî balkêş a keçên rûsî vegot
Kiliçdaroglu: Dewlet bi rêxistina terorê re narûne, pirsa kurd li parlamenê çareser dibe
Pêşniyara nasîna ‘Qira Ermanan’ ji Parlamena Îsraîlê hat vekişandin
‘Pûtîn û Erdogan heta hilbijartinan ti hevdîtinekê nakin’
CHP: Di tûra duyem a hilbijartinan de li hemberî Erdogan kî hebe em dê piştgiriya wî bikin
Ehmed Hacî Reşîd: Heger 10%ê dengan cuda bibin, divê hilbijartin dubare bibin
Etîketan:
Girtin, PDKS, Efrîn, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de