09:47 23 Hezîran 2018
Şervanên HSDê-Reqa

'Şer di navbera HSD û hêzêke ereb de derket'

© Sputnik / Hikmet Durgun
Sûriye
Lînkê kurt
0 01

Hat ragihandin ku li Reqayê pevçûn di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk(HSD) û Lîwaya Siwar el Reqayê de derketiye ku di encamê de Hevpeymaniya Navdewletî ya Amerîka pêşengiya wê dike navbeynkariyê bike.

Riwangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku li taxa Rimêlayê ya bajarê Reqayê, HSDê hewl daye ku serkirdeyekî Siwar el Reqayê desteser bike lê çekdarên wê hêzê rê nedaye HSDê û şer di navbera herdu aliyan de derketiye.

Herwiha hat ragihandin ku hêzên HSD di wî şerî de topavêj bikar anîn û ji ber wê yekê, xelkê taxê li dijî HSD dest bi xwepêşandanan kirin û daxwaza kirin ku HSD ji wê navçeyê derkeve.

Ji aliyê din ve, hat gotin ku hevpeymaniyê destwerdan kiriye da ku wî şerî bi dawî bike.

Lîwa Siwar el Reqayê hêzeke erebî ye ku 2012an hatiye damezirandin.

Bi heman mijarî:

Amerîka: Bêyî hêzên HSDê em nikarîbûn biçûna Reqayê
HSDê hejmara wendahiyên di şerê Efrînê de daxuyand
Birêveberê ragihandina HSDê: Kawayê Hesinkar ne endamê PYDê bû û qonaxeke nû dest pê dike
Hevpeymanî: Operasyona li dijî Efrînê bala HSDê ya ku li dijî DAIŞê têdikoşe belav kir
Ji CENTCOMê daxuyaniya YPG û HSDê: Şirîkên me yên sereke ne
‘Hemû mesrefê çekên giran û lojîstîka HSDê welatekî ereb dide'
Etîketan:
Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê, Lîwa Siwar el Reqa, HSD, Sûriye, Reqa
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de