22:10 18 Hezîran 2018
PYD

PYD: Ti eleqeya me bi peymana di navbera HSDê û Amerîkayê de tineye

© Sputnik / Hikmet Durgun
Sûriye
Lînkê kurt
0 10

Beriya çend rojan Ewas Elî li ser navê PYDê ji Sputnik Kurdistanê re diyar kiribû ku HSDê û Amerîka peymaneke ji 10 salan di navbera xwe de îmze kirine ku Amerîka 10 sal piştgiriya HSDê bike. Li ser mijarê berêveberiya PYDê bi nameyekê eşkere kir ku ti pozîsyoneke Ewas Elî di nav PYDê tine û eleqe me bi peymanê re jî tineye.

Şêwirmendê Hevserokatiya Partiya Yekîneya Demokratîk (PYD) Sîhanok Dîbo ragihand ku ji ber partiyeke siyasî ne ti eleqeya wan bi peynama ku tê îdiakirin di navbera HSDê û Amerîkayê de hatiye kirin û Amerîka 10 sal piştgiriya HSDê bike re tineye. Ji ber tiştên ku tên qalkirin di navbera du hêzên leşkerî de ne. Partiya me ne berdevkê HSDê ye ku bersiva vê pirse bide gelo peyman hatiye îmzekirina an ne. Em ne dibêjin ku peyman heye, ne jî dibêjin tineye. Çimkî ev tiştekî leşkerî ye û ti eleqeya PYDê ji ber ku partiyeke siyasî ye tine ye. Me di nameya ku ji were şand de jî got ku ti sifateke Ewas di nav partiya me de nîn e. Ji ber ku ev mijara me nîn e.

Navemeya PYDê wiha ye:

السادة الأكارم في ادارة وكالة سبوتنيك للأنباء
تحية لكم
نعلمكم بأن المقابلة التي أجراها مراسلكم السيد حكمت دورغون مع السيد عواس علي بتاريخ 23 ايار الحالي غير صحيحة. بحيث أن السيد عواس ليست لديه صفة قيادية في حزبنا. وعليه فإن تلك المقابلة غير شرعية وغير رسمية ولا مسند قانوني لها. بخاصة ان السيد عواس نفى حصىل اية مقابلة رسمية معه من قبل السيد حكمت.

نرجو توخي الدقة والتزامكم المهنية، في الوقت الذي نحن منفتحين فيه على جميع مراكز الاعلام المهنية.

سيهانوك ديبو
عضو الهيئة التنفيذية لحزب الاتحاد الديمقراطي ومستشار الرئاسة المشتركة.

Bi heman mijarî:

'HSDê bi Amerîkayê re peymana 10 salan girêda'
PYD: Amerîka dixwaze dewletên ereb li Sûriyê bi cih bike
PYD: Em bawer dikin ku cara bê em ê beşdarî Cenevê bibin
PYD: Balafiran li Raco, Cindirês û Şerayê sivîl kirin armanc
Parêzer Zilan: Enqere hemû kurdên PYD, PDK, YNKyî yek dibîne
Etîketan:
HSD, sputnik, Sîhanok Dîbo
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de