05:45 21 Hezîran 2018
Idlib - Sûriye

Li Idlibê teqîn: 2 sivîl mirin, 50 kes jî birîndar bûn

© REUTERS / KHALIL ASHAWI
Sûriye
Lînkê kurt
0 0 0

Li bajarê Idlibê yê Sûriyeyê ku di bin kontrola komên muxalîf ên Sûriyeyê û artêşa Tirkiyeyê de ye, wesayîteke bombebarkirî hat teqandin.

Hat ragihandin ku di encama teqîna ku li navenda Idlibê rû daye de, 2 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dane û 50 kes jî birîndar bûne.

Berpirsê Kûmspîyan ê li Idlibê Mustafa Hac Yusuf piştrast kir ku wesayîteke bombebarkirî li navenda bajêr hatiye teqandin û birîndar bo nexweşxaneyan hatine veguhestin.

Yusuf got, "Di encama teqînê de, li gor zanyariyên destpêkê 2 sivîl mirin û 50 kes jî birîndar bû."

Bi heman mijarî:

Karamollaoglu bertek nîşanî polîsên tirk da: Li dijî bûyerê bêdeng man
Tirkiyeyê bo mitînga HDPê bertek nîşanî Almanyayê da
‘Leşker li Efrînê li ber çavê xelkê îşkencê li du welatiyan dikin û wan digindirînin’
Dr. Ezîz: Bi peymana ligel Rosneftê Kurdistan dê hîn nêzîkî Rûsyayê bibe
'Hilavêtinek Yuriy Dolgorukiy, bi qasî 160 bombeya Hîroşîmayê ye'
Etîketan:
Teqîn, Sûriye, Idlib
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de