01:21 23 Hezîran 2018
Ala Sûriyeyê

Wezîrê Aboriyê yê Sûriyeyê: Em ê ji veberhêneran re hêsankariyê bikin

© Sputnik / Sergey Mamontov
Sûriye
Lînkê kurt
0 10

Wezîrê Aborî û Bazirganiya Derve yê Sûriyeyê Muhammed Samer el-Xelîl li Forûma St. Petersburg a Aboriya Navnetewî (SPIEF) axivî û derbarê kompanî û welatên di avadankirina Sûriyeyê de cî bigirin daxuyanî dan.

Xelîl li SPIEFyê diyar kir ku êdî Sûriye piştî şerê giran ê salan ketiye serdema zindîkirina aboriyê û li ser ji nû ve avadankirina Sûriyeyê got, "Ji bo pêkanîna projeyan pêwîst e di serî de gelê Sûriyeyê û Rûsya û welatên dost hevkariyê bikin. Di gelek waran de divê em hevkariyê bikin."

‘JI BO VEBERHÊNERAN GELEK HÊSANKARÎ TÊNE KIRIN'

Xelîl bi bîr xist ku hikûmeta Sûriyeyê di serî de ji bo kompaniyên rûsî û yên welatên dost hêsankariyan dike û da xuyakirin, "Hikûmeta Sûriyeyê ji bo veberhêneran û welatên dost gelek derfetan pêşkeş dike. Karê veberhênanê hem di warê yasayî de hem jî ji aliyê proseduran ve gelekî hatiye hêsankirin."

‘AVADANKIRINA PIŞTÎ ŞER DESTPÊ KIR'

Li aliyê din Balyozê Sûriyeyê yê li Rûsyayê Riyad Hedad jî ji Spûtnîkê re da xuyakirin ku heyeteke mezin a hikûmeta Sûriyeyê hatiye SPIEFê û got, "Bi heyeteke wisa berfireh hatina me bi taybet ji bo Sûriyeyê gelekî girîng e, lewra piştî şer qonaxa avadankirinê destpê kiriye."

Bi heman mijarî:

Putin: Bikaranîna amûrên fişarê li dijî Erdogan, encamê nade
Fîlmeke kurdî beşdarî festîvaleke herî navdar a navdewletî dibe
MKPE çavdêrên şopandina hilbijartinan dişîne Tirkiyeyê
Li ber baregeha Partiya Komînîst a Iraqê teqîn
Putin: Nêta min tune ku ez zêdetirî 2 serdeman bibim serok
Welatekî misliman qedexe danî ser welatiyên Îsraîlê
Putin ji bo edîtorê Bloombergê got: Provokator
Etîketan:
SPIEF, Avadankirin, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de