09:48 23 Hezîran 2018
Ji Artêşa Azad ASA daxuyaniya talan û diziya li Efrînê

Li Efrînê di navbera 2 grubên ASAyê de şer derket

© REUTERS / Khalil Ashawi
Sûriye
Lînkê kurt
0 10

Hat ragihandin ku li Efrînê di navbera du grubên Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) ku ji aliyê Tirkiye ve piştgiriya wan tê kirin de, şer derketiye û hejmareke ji çekdarên herdu aliyan birîndar bûne.

Li gor ragihandina Navenda Çavdêriya Sûriyê ya Mafên Mirovan (SOHR) li bajarê Efrînê ku ketiye kontrola artêşa tirk û komên çekdarên Sûriyeyê, di navbera du koman de şer derketiye.

Li gor nûçeyê grubên ku bi awayekî çekdarî bi hev ketine, yek ji wan Kurd e ku navê wê nehatiye dayîn û ya din jî gruba Ehrar el Şerqiye ye.

Hat diyarkirin ku di encama wî şerê rû daye de hejmarek milîtanên herdu aliyan birîndar bûne û leşkerên Tirkiyeyê jî navbeynkariya wan kirine.

Bi heman mijarî:

Leşkerên amerîkî yên moşekên nukleerî diparêzin tilyakê bikar tînin
Tevgera Goranê Parlamentoya Iraqê boykot dike
Amerîka: Em bi awayekî dîplomatîk fişarê li Tirkiyeyê dikin
Li Reqayê termên 900 kesan ji gorên komî hatin derxistin
Wê 372 çavdêrên ewropî hilbijartinên 24ê Hezîranê bişopînin
Li Silêmaniyê birûskê li zarokekî 10 salî xist
Serokomarê Libnanê peywira damezirandinê ya hikumetê da Herîrî
Etîketan:
Şer, ASA, Tirkiye, Efrîn
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de