08:55 18 Hezîran 2018
HSD li nêzîkî Reqayê - Reqa

Li Reqayê termên 900 kesan ji gorên komî hatin derxistin

© AFP 2018 / DELIL SOULEIMAN
Sûriye
Lînkê kurt
0 0 0

Komîteya Jinûveavakirina Reqayê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji 9ê Çileyê heta niha termên 900 kesan ji gorên komî hatine derxistin. Hat diyarkirin ku termên hatine dîtin piranî jin û zarok in.

Endamê komîteyê Dr. Ebdulreûf Ehmed ragihand ku herî dawî li nêzî stadyûma Raşîdîn a li bajêr ji goreke komî bi qasî 600 term hatine derxistin.

Ehmed diyar kir ku piranaiya wan termên hatine dîtin nayên naskirin û piştî tesbîta nasnameyan wê li goristana bajêr werin definkirin.

Dema operasyona HSDê û hevpeymanan DAIŞê kesên dixwestin ji Reqayê dekevin dikuştin û ew bi komî binax dikirin ku piranî jî jin û zarok bûn.

Bi heman mijarî:

Wê 372 çavdêrên ewropî hilbijartinên 24ê Hezîranê bişopînin
Li Silêmaniyê birûskê li zarokekî 10 salî xist
Amerîkayê çek û amûrên giran şandin rojhilatê Ewropayê
Binerin bê fîlek çawa alîkariya çêlîka xwe dike
Komîsyona hilbijartinên Herêma Kurdistanê biryareke nû girt
Etîketan:
DAIŞ, Gorên komî, Reqa, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de