09:11 18 Hezîran 2018
HSD li nêzîkî Reqayê - Reqa

HSD: Me xetertirîn endamê DAIŞê yê Ewropayê girt

© AFP 2018 / DELIL SOULEIMAN
Sûriye
Lînkê kurt
0 30

Hêzên Sûriyeya Demokratîk(HSD) ragihand ku endamekî DAIŞê girtiye ku ji Fransayê ye û ew wek "xetertirîn terorîstên DAIŞê yên li Ewropayê" bi nav kir.

HSDê bi daxuyaniyekê ragihand ku "piştî operasyonên lêpirsîn û şopandinê yên Yekîneyên Operasyonên Taybet ên Istixbarata Leşkerî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk, roja şemiyê 19ê Gulana 2018an operasyoneke taybet hat kirin ku di encamê de komek ji terorîstên rêxistina terorîst ên DAIŞê hatin girtin ku di serî de Adrian Leonel Kiyalî hebû".

Li gorî daxuyaniya HSDê, ev kes bi bernavê Ebû Usama el Frensî tê nasîn û "yek ji xetertirîn terorîstên rêxistina DAIŞê ye" û gava hatiye girtin," jina wî pê re bû û rola El Frensî di êrîşê Parîsê yên Mijdara 2015an û êrîşên Niceê yên 14ê Temûza 2014an de hebû."

Bi heman mijarî:

'Dewletên rojavayî HSDê dikin alternatîva dewleta Sûriyeyê'
Hêzên Hevpeyman ji HSDê re: Em soz didin ku li Minbicê we li ji hemû êrîşan biparêzin
HSDê piştrast kir: Fransa bi bataryayên topavêj piştgiriyê dide me
General û berpirsên amerîkî li Minbicê serdana HSDê kirin
'Fermandarê brîtanî pesnê Generalê HSDê Mezlûm Kobanî da û bangî Tirkiye û HSDê kir'
Fermandarê HSDê: Ji bo parastina sînor noqteyên çavdêriyê hatin avakirin
Fermandarên HSDê û amerîkî li hev civiyan
Hevpeymanî: Hêzeke nediyar êrîşî HSDê kir
Etîketan:
Yekîneyên Operasyonên Taybet ên Istixbarata Leşkerî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk, HSD, Adrian Leonel Kiyalî, Ebû Usama el Frensî
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de