22:15 18 Hezîran 2018
Dêra Zorê

Hat îdiakirin ku ‘Hevpeymaniyê li Dêra Zorê êrişî baregehên Artêşa Sûriyê kiriye'

© AFP 2018 / George OURFALIAN
Sûriye
Lînkê kurt
0 0 0

Çavkaniyeke leşkerî ji ajansa fermî ya Sûriyê SANAyê re axivî û îdia kir ku Hevpeymaniya ku pêşenegiya wê Amerîka dike li Dêra Zorê êrişî baregehên Artêşa Sûriyê kiriye. Ji Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê çavkaniyekê diyar kir ku îdia ne rast e. Pentagonê jî êriş piştrast nekir.

Çavkaniyekê ji SANAyê re jî got, "Hindek leşkerên me yên li baregehên me yên li Ebû Kemal û Hmeymimê rastî êrişa hevpeymaniyê hatin. Ev êrîş di dema civîna terorîstên DAIŞê de pêk hat." Wê çavkaniyê da zanîn ku ev êriş bi têne bûye sedema ziyanên madî."

WEZARETA BEREVANIYÊ YA RÛSYAYÊ GOT ÎDIA NE RAST E

Ji Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê çavkaniyekê ji Spûtnîkê re got îdiaya mewzûbehs ne rast e. Wê çavkaniyê, "Îdiayên ku Amerîka an jî hevpeymaniyê li dijî hêzên artêşa Sûriyê xistine ne rast in."

PENTAGONÊ JÎ ÎDIA PIŞTRAST NEKIR

Ji aliyê din ve Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) jî êriş piştrast nekir. Wezaretê da xuyakirin "Ji bo piştrastkirinê me ti agahî wernegirtine."

 

Bi heman mijarî:

HSD: Operasyona li Dêra Zorê ji nû ve dest pê dike
Emîrê Dêra Zorê jî di nav de 3 DAIŞî li Îzmîrê hatin desteserkirin
Şaredariya Maltepe: Wesayita şaredariyê çawa çûye Dêra Zorê em nizanin
Hevpeymanî: Hêzeke nediyar êrîşî HSDê kir
Hevpeymanî: Em ê li ser piştgirî û baweriya bi HSDê berdewam bin
'Hevpeymaniyê operasyoneke daxistina hewayî li Rojava kir: Armanc Bexdadî bûye'
Balafirên hevpeymaniyê du gund bomberan kirin: 17 mirî
HSD: Hevpeymaniyê soz daye ku herêmên me ji Tirkiyeyê biparêze
Etîketan:
îdiA, Hevpeymanî, êriş, Artêşa Sûriyê, Wezareta Berevaniya Rûsyayê, Pentagon, Bakurê Sûriye, Dêra Zorê, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de