13:29 23 Hezîran 2018
Petrol

Sûriye DYAyê sûcdar kir: We qadên petrola me bi qestî bombebaran kir

© Sputnik / Hasan Jamali
Sûriye
Lînkê kurt
0 0 0

Wezareta Karê Derve ya Sûriyeyê daxuyand ku hevpeymaniya navdewletî ya bi pêşengiya DYAyê qad û bîrên petrolê yên li Sûriyeyê bi qestî bombebaran kir ku em carek din bikarneynin.

Cîgirê Wezîrê Karê Derve yê Sûriyeyê Faysal Miqdad ji Sputnikê re axivî û rexne li DYAyê girtin ku qadên petrolê yên Sûriyeyê bo carek din neyên bikaranîn bi qestî bombebaran dike. Miqdad, "Ji bo ku em ji nû ve xebatan li qadan bidin destpêkirin bi mîlyonan dolar bi me dan xerckirin."

Dîplomatê sûriyeyî eşkere kir ku niha gellek qadên petrolê di destê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hin komên din de ne: "Em carek din dixwazin bilêv bikin ku kurd perçeyekî gelên Sûriyeyê ne. Kurd, erep an asûr, her kî dibe bila bibe em naxwazin li dijî berjewendiyên Sûriyeyê bixebitin."

Bi heman mijarî:

Miqdad: Bê Esad Sûriye bi hilweşandinê re rû bi rû dimîne
Sûriye: Em bi hêvîne pêwendiyên me bi Tirkiyeyê re baş bibin, lê şertên me hene
Barzanî bi Cerbayî re civiya: Sûriye û hilbijartina Iraqê hatin gotûbêjkirin
Brîtanya: Opozîsyona Sûriyê amade ye bê şert û merc bi Sûriye û Rûsyayê re rûne
Leşkerên Rûsya, Sûriye û Îran li pêy serokê DAIŞê Bexdadî ne
Etîketan:
bîrên petrolê, qada petrolê, petrol, Faysal Miqdad, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de