09:08 18 Hezîran 2018
Yermuk

Şam çawa ji milîtanan hat paqijkirin?

© REUTERS / SANA
Sûriye
Lînkê kurt
0 0 0

Payîtextê Sûriyê Şam bi xebatên Artêşa Sûriyeyê piştî 7 salan bi temamî ji milîtanan hat paqijkirin. Tê gotin ku dora paqijkirinê ya bajarê Idlibê ye.

Li Başûrê Şamê Yermûkê gelek otobosên ku militan tê de bûn ber bi Idlibê ve ketin rê, Artêşa Sûriyê li herêmê militanên dawî yên ku berxwedanê domandin desteser kirin.

Bi vê awayê payîtext Şam ji sala 2012an vir de yekem car e ku bi temamî ji milîtanan tê paqijkirin. Kampa Yermukê ji sala 2012an vir de di bin kontrola Fetih el Şam (Nusra) û Artêşa Sûriya Azad de bû. Milîtanan vê kampê bi pirayê ji bo parastin û êrîşkirina Artêşa Sûriyeyê bi kar dianî. Di 2015an de milîtanên DAIŞê çûn wir di navbera wan de rakêşî derket. Artêşa Sûriyeyê di meha Nîsanê de ji bo ku milîtan ji Yermukê derên ultomaton da. Milîtanan derketina ji Yermukê qebûl nekir û di navbera milîtanan û Artêşa Sûriyê de şer derket. Piştê ku milîtanan gelek hatin kuştin, di 1ê Gulanê de dest bi teslîmbûnê kirin. Ji 20ê Gulanê vir de militan bi otobusan ji Yermukê derketin û derbasê Idlibê bûn.

‘DOR YA BAJARÊ IDLIBÊ YE'

Piştê tehliyekirina milîtanan li bajarê Idlibê vê gav nêzê 30 hezar milîtanên çekdar hene. Hêzên hewayî yên Rûsyayê hefta borî li Idlibê gelek çeperên milîtanan bombe kir. Navbera milîtanên li Idlibê jî ne baş e. Di meha adarê de li Idlibê di navbera Heyet Tahrir el Şam û Cepheya Tahrir el Sûriyê de şer derket.

Bi heman mijarî:

Wezîra Parastin ê Fransayê: Eger Şam çekên kîmyewî bikar bîne em ê dîsa êriş bikin
Rêxistina Ahrar-uş Şam ji taxa Haresta ya Xûtaya Rojhilat hat derxistin
Wezareta Derve ya Sûriyeyê: Milîtan nahêlin ku Şam alîkariya mirovî bişîne Xutayê
Etîketan:
Rûsya, şam, el nusra, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de