01:01 20 Hezîran 2018
Şervanê YPGê û leşkerê Amerîkayê li Sûriyê - Dêrik

'HSDê bi Amerîkayê re peymana 10 salan girêda'

© AFP 2018 / DELIL SOULEIMAN
Sûriye
Lînkê kurt
0 51

Birêveberê Meclîsa Sivîlan a Reqqayê Ewas Elî ragihand ku Amerîkayê bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re peymana 10 salan girêdaye ku piştgiriya HSDê bike. Rayedarekî HSDê jî li ser îdiayên ku Amerîka hêzên xwe ji Sûriyeyê vedikişîne diyar kir ku eger niyeta vekişandina Amerîkayê ji Sûriyeyê hebe, çima hêza xwe li Sûriyeyê zêde dike.

Hikmet Durgun

Amerîkaya ku 22 baregehên leşkerî yên li herêmên di bin kontrola hêzên HSDê de hatine avakirin û nêzî 5 hezar leşkerên wê hene, dê hemû alîkariyên ku didin rojavayê bakurê Sûriyeyê bibirin. Ev yek di çapameniya Amerîkayê de bû sedema şîroveyên ku Amerîka hêza xwe ji Sûriyeyê vedikişîne.

Televizyona Amerîkî ya CBSê ku xwe dispêrê rayedarên amerîkî biryara vekişîna Amerîkayê ji Sûriyê û qutkirina alîkariyan piştî gotûbêjên di nava saziyan de hate wergirtin.

Di demên dawiyê de tê axaftin ku Amerîka ji Sûriyê vekişe û li şûna wê dewletên erebî werin bicihkirin. Ji aliyê din ve hevkarên wan ê herî mezin PYD û HSDê jî difikirin ku Amerîka ji Sûriyê venekişe.

‘DI NAVBERA AMERÎKA Û HSDê DE PEYMANEKE 10 SALAN HEYE’

Birêveberê Meclîsa Sivîlan a Reqqayê Ewas Elî ji Sputnik Kurdistanê re axivî û teqez kir ku ti armanceke Amerîka ya vekişîna ji Sûriyê tine ye, "Amerîka ji Sûriye venakişe, çimkî vekişîn ne li gorî berjewendiyên wê ye. Amerîka ji Sûriyê venakişe, çimkî di navbera Amerîka û HSDê de peymaneke 10 salan heye. Amerîka heta 10 salan dê alîkariyên leşkerî bide HSDê."

Amerîka ji ber ku di warên mijarên madî alîkariyan werbigire vekişîne nîqaş dike. Eger Amerîka ji Sûriyê vekişe di serî de ji bo Kuwêt û Erebistana Siûdî metirsiyeke mezin pêk bîne. Çimkî eger Amerîka vekişe DAIŞê dê ji nû ve zindî bibe û ev yek dê ji bo dewletên erebî metirsiyeke mezin derxe holê."

‘EGER PLANEKE AMERÎKAYÊ YA VEKIŞÎNÊ HEBÛYA, HEBÛNA LEŞKERÊN XWE YÊN LI SÛRIYÊ ZÊDE NEDIKIR'

Ji aliyê din ve rayedarekî payebilind ê HSDê jî ev tişt gotin: "Armanceke Amerîkayê ya vekişînê ji Sûriyê tine ye. Vê yekê hergav ji me re dibêjin. Eger planeke wan a vekişîne hebûya hebûna leşkerên xwe yên li Sûriyê zêde nedikir, bereksî wê dê kêm bikira. Amerîka li herêmên ku me ligel hev ji DAIŞê rizgar kirine baregehan ava dike. Li bejahiya Dêra Zorê baregehên nû ava dike. Hebûna xwe ya li Minbicê, ya li ser sînorê Sûriyê zêde dike.Bi Amerîkayê re peymanên me hene. Eger Amerîka ji Sûriye vekişiya ewqas plasmanên leşkerî ne dikir. Li Bakurê Sûriyê gelek baregehên leşkerî hene. Ji ber sedemên ewlehiyê em hejmara baregehan û leşekeran eşkere nakin."

Bi heman mijarî:

HSD: Hevpeymaniyê soz daye ku herêmên me ji Tirkiyeyê biparêze
‘HSD bi artêşa Iraqê re amadekariya operasyona hevbeş dike’
HSD: Me gundên li rojhilata Çemê Firatê ji artêşa Sûriyeyê stendin
HSD: Operasyona li dijî DAIŞê ya li Dêre Zorê dest pê nekir
'Dewletên rojavayî HSDê dikin alternatîva dewleta Sûriyeyê'
HSDê piştrast kir: Fransa bi bataryayên topavêj piştgiriyê dide me
General û berpirsên amerîkî li Minbicê serdana HSDê kirin
Etîketan:
Hêzên kurdî, Vekişîna Amerîkayê ji Sûriyê, Hêzên Amerîkî, Peyman, Hêz, Kurd, Hikmet Durgun, hsd, HSD, YPG, Ewwas Elî, Sûriye, Amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de