09:11 18 Hezîran 2018
Sînor

72 hezar sûriyeyî ji bo cejna Remezanê vedigerin welatê xwe

© Sputnik / Hikmet Durgun
Sûriye
Lînkê kurt
0 0 0

72 hezar sûriyeyî yên ku dixwazin cejna Remezanê li welatê xwe pêşwazî bikin, ji bo ku bikaribin ji deriyê sînor yê Oncupinarê yê li Kilîsê re derbas bibin serî li pergala randevuyê ya online dan.

Di cejna Remezanê de ji bo kesên sûriyeyî ku dixwazin derbasî welatê xwe bibin bo cara yekem pergala randevuyê ya onlinê kete meriyetê. Tê diyarkirin ku bi vê sepandinê re dê rê li ber îzdîhaman were girtin.

72 hezar sûriyeyî yên ku dixwazin cejna Remezanê li welatê xwe pêşwazî bikin, ji bo ku ji deriyê sînor yê Oncupinarê yê li Kilîsê derbas bibin serî li pergala randevuya online dan.

Xelkên sûriyeyî yên ku dixwazin di cejnê de li welatê xwe bin, li navenda veguhestina ya li deriyê sînorî ketine rêzê û serlêdanên xwe kirin. Bo sûriyeyîyên ku li Midûriyeta Daîreya Koçkirinê ya li Kilîsê kirarên xwe kirin destûr tê dayîn. Piştî cejnê tê payîn ku ew sûriyeyî dîsa vegerin Tirkiyê.

 

Bi heman mijarî:

Sûriye: Em bi hêvîne pêwendiyên me bi Tirkiyeyê re baş bibin, lê şertên me hene
Barzanî bi Cerbayî re civiya: Sûriye û hilbijartina Iraqê hatin gotûbêjkirin
Brîtanya: Opozîsyona Sûriyê amade ye bê şert û merc bi Sûriye û Rûsyayê re rûne
Leşkerên Rûsya, Sûriye û Îran li pêy serokê DAIŞê Bexdadî ne
Pentagonê hejmara leşkerên xwe yên li Sûriye û Iraqê eşkere kir
Xaça Sor: Em metirsîdar in ku li Sûriye li qadên bi bandor şerên çekdarî pêk bên
Etîketan:
Pergala online, Sûriyeyî, Cejn, Kilis
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de