23:10 21 Hezîran 2018
Faysal Mikdad

Sûriye: Em bi hêvîne pêwendiyên me bi Tirkiyeyê re baş bibin, lê şertên me hene

© AFP 2018 / LOUAI BESHARA
Sûriye
Lînkê kurt
0 10

Cîgirê Wezîrê Karê Derve yê Sûriyeyê Faysal Miqdad daxuyand, "Em hêvîdar in bi Tirkiyeyê re pêwendiyên me çarser bibin, lê ji bo vê hin şertên me hene."

Cîgirê Wezîrê Karê Derve yê Sûriyeyê Faysal Miqdad eşkere kir ku bo başbûna pêwendiyan bi dewleta Tirkiyeyê re divê Tirkiye dest ji piştgiriya terorîstên li Sûriyeyê berde û hêzên xwe ji Sûriyeyê paş de vekşîne.

Miqdad di axaftina xwe ya ji Sputnikê re bibîrxist ku pêwendiyên Sûriye û Tirkiyeyê ji ber endîşeyên siyasî yên serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ve xira bûn. Cîgirê Wezîrê Karê Derve yê Sûriyeyê wiha domand: "Erdogan encamên piştevaniya komên terorîst nafikire, dewletek cîran serobino kir, dagirkeriya Tirkiyeyê ya Efrînê mînakek ber bi çav e."

Miqdad li ser pirsa 'piştî hilbijartinên serokomariyê yên Tirkiyeyê, di pêwendiyên Sûriye-Tirkiyeyê de dê guherîn pêk werin an na?' wiha bersiv da: "Em piştgiriya pêvajoya çarserkirinê dikin. Em ji hikumeta Tirkiyeyê dixwazin ku dev ji piştgiriya terorîstan berde û hêzên xwe ji axa Sûriyeyê vekşîne."

Etîketan:
terorîst, ax, dagirker, Faysal Miqdad, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de