01:24 20 Hezîran 2018
Bajarê Helebê

Çekdarên nêzîkî Tirkiyê bi topan êrîşî taxa Şêx Meqsûd kir

© Sputnik / MİCHAEL ALAEDDİN
Sûriye
Lînkê kurt
0 02

Hat ragihandin ku çekdarên komên opozîsyonê yên Tirkiye piştgiriya wan dike, du top avêtine taxa Şêx Meqsûd a Helebê ku di bin kontrola hêzên kurdî de ye.

Li gor ragihandina çavkaniyên herêmê hêzên çekdar ên opozîsyona Sûriyê ji bajarokê Kefer Hemre yê ku xala çavdêriya Tirkiyê lê heye, du top avêtine ser taxa Şêx Meqsûd.

Tê ragihandin ku di encama avêtina wan topan de, li taxa Şêx Meqsûd a şêniyên wê kurd in, hejmarek welatî birîndar bûne û ziyan li ser malên xelkê taxê çêbûye.

Bi heman mijarî:

Îran: Hêrsa Amerîkayê ji têkbirina DAIŞê tê
Serokê şanda PDKê: Posta serokomariyê mijara dawîn a danûstandinê ye
Venezuella nûnerê Amerîkayê dersînor dike
Li Dêrikê barhilgirike teqiya: Zarokeke 13 salî can da
Ebadî: Bi Sedir re ji bo avakirina hikûmetê me bi awayekî fikrî li hev kir
Birayê mezin ê Malmisanij wefat kir: Li Pîranê spartin axê
Dema qedexeya li 30 deverên Colemêrgê hat dirêjkirin
Etîketan:
Kurd, Sûriye, Taxa Şêx Meqsûd, şêxan, Heleb
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de