06:59 22 Hezîran 2018
HSD

'Dewletên rojavayî HSDê dikin alternatîva dewleta Sûriyeyê'

© AFP 2018 / DELIL SOULEIMAN
Sûriye
Lînkê kurt
0 10

Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Hêzên Sûrî Dr. Fecir Zeydanî got ku hinek welatên rojavayî piştgiriyê didin Hêzên Sûriyeya Demokratîk(HSD) bi hêviya ku di serokatiya Sûriyeyê de bibin alternatîva dewleta Sûriyeyê.

Zeydan îro ji Sputnik re axift û got ku ev piştgirî li ser şêwazên siyasî, biçekkirin û lojîstîk tê kirin da ku dabîn bikin ku HSD bikare DAIŞê ji wan herêman derxîne û li van herêman li şûna wan bi cî bibe.

"ARTÊŞA SÛRIYEYÊ LEŞKERÊN FRENSÎ DESTSER KIRIBÛN"

Berî demekê di medyayê de hatibû îdîakirin ku hinek hêzên frensî ji aliyê hêzên Artêşa Sûriyeyê ve hatibû desteserkirin. Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Hêzên Sûrî bal kişand ser wan hêzên frensî ku rêya xwe şaş kiribû û got ku wan amadekarî dikir ku li gel hêzên kurdî beşdarî operasyoneke li dijî DAIŞê bibin.

Zeydanî got ku ew hêz hevahengiyê bi Artêşa Erebî ya Sûriyeyê re nakin û ew bixwe ji bo xizmetkirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk dixebitin da ku qonaxa bê temam bikin ku serweriya dewletê di wê qonaxê de ne temam be û kontrola kurdan li ser erdê bi gelekî ji ya dewletê zêdetir be.

"TRUMP DEWLETAN NEÇAR DIKE KU HSDÊ WEK ALTERNATÎV NAS BIKIN"

Dr. Fecir Zeydan teqez kir ku ew hêzên frensî bi fermanên rasterast ên Serokê Amerîkayê Donald Trumpî diçin piştgiriya kurdan.

Li gorî Zeydanî, Trump dewletan ji bo piştgiriya Hêzên Sûriyeya Demokratîk berhev dike û hewl dide wan neçar bike ku dema birêveberiya Serok Beşar Esad li Sûriyeyê bi dawî bibe, wan(HSD) wek alternatîvên dewleta Sûriyeyê qebûl bikin.

"HÎN HÊZÊN BIYANÎ DÊ LI HERÊMÊN KURDAN ZÊDETIR BIBIN"

Herwiha siyasetzanê sûrî pêşbîn kir ku di qonaxa bê de hêzên biyanî yên girêdayî hevpeymaniyê li herêmên kontrola kurdan zêde bibin da ku alîkariyê wê bikin ku DAIŞê têk bibe û li cihê wan bi cî bibe.

Bi heman mijarî:

Mattis: Amerîka bi alikariya welatin herêmê şerê li Sûriyeyê berfirehtir dike
Rûsya: Biryara radestkirina S-300an bo Sûriyeyê nehatiye stendin
'Îsraîl dê hewl bide şandina S-300ê bo Sûriyeyê asteng bike'
Rûsya: OPCWê piştrast kir ku çekên kimyewî li wan depoyên li Sûriyeyê nehatine dîtin
Rûsya ji bo pergala S-300ê bo Sûriyeyê: Divê ji Îran û Tirkiyeyê jî were pirsîn
Mogherini: Tekane çareseriya qeyrana Sûriyeyê, çareseriya siyasî ye
Etîketan:
Artêşa Fransa, DAIŞ, HSD, Donald Trump, Amerîka, Fransa, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de